Leyla Xalid: Daxwazên ENKS`ê xizmeta dijminên kurdan dikin

Hevseroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Leyla Xalid got: "Daxwazên ENKS'ê ên rakirina pergala fêrkirina bi zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê tên wateya hevkariya bi dijminên gelê Kurd re."

Ligel hewldanên û dan û standina aliyên Kurd ji bo pêkanîna yekitiya Kurd, Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwazên ku destkeftiyên gelê Kurd di dirêjahiya 10 rojan de bi saya fedekariyên mezin pêk anîne, qels dikin,

Derbarê vê mijarê de Hevseroka Malbenda Helebê a Rewşenbîrî Leyla Xalid rave kir ku ew ji ber helwesta ENKS`ê û daxwazên wê yên ku nayên qebûlkirin xemgîn e. Leyla destnîşan kir ku ENKS, gelek astengiyan datîne pêşiya dan û standinên yekitiya Kurd.

Leyla wiha domand: “Gelê Kurd niha gihîşte asta ku di dirêjahiya dîrokê de negihaştiyê. Gelek serkeftin û destekeftî bi dest xistin, hebûn û nasnameya xwe ji cîhanê re îsbat kir. Lewra divê Kurd di vê demê de, piştgiriya hev bikin ne ku astengiyan li pêşiya yekitiya xwe derbixin.”

Leyla ENKS`ê bi astengkirina pêkhatina yekitiya Kurd tawanbar kir û got: “Di her lihevkirinekê de di navbera kîjan alî dibe bila bibe dijmin hewl didin vê lihevkirinê têk bibin ji ber ku armancên wan ji yên wan aliyan cudatir e. Lê ENKS`ê ya ku îdia dike ku aliyekî Kurd e, bi daxwazên xwe yên ku kesek nikare şîroveyekê jê re bibîne, yekitiyê asteng dike.”

Derbarê dûrxistina rola jinan ji pergala hevserokatiyê de, Leyla rave kir ku ew bi temamî vê şertê red dike û wiha pê de çû: “Çima ENKS`ê pergala hevserokatiyê red dike. Em qebûl nakin ku berxwedan û fedekariyên ku jinan pêşkêş kirin ji bo xatirê ENKS`ê were dûrxistin. Ev zihniyeta desthilatî ye. Em rola jinan a pêşeng di şoreşa bakurê Sûriyê de bidin aliyekî, pergala hevserokatiyê hişt ku Rêveberiya Xweser ji tevahiya cîhanê re bibe nimûneya rêvebirina civakê. Ev e cudahiya di navbera pergala Rêveberiya Xweser û pergalên din de.”

`NÛNERTIYA OPOZÎSYONÊ DIKE Û DAXWAZA MATERYALÊN HIKUMETA ŞAMÊ DIKE!`

Têkildarî rola ENKS`ê di opozîsyona Sûriyê de, Leyla da xuyakirin ku nakokiyeke mezin di navbera îdia û daxwazên ENKS`ê de heye. Çawa îdia dike ku beşek ji opozîsyonê ye û di heman demê de, banga fêrkirina materyalên hikumeta Şamê li herêmên Rêveberiya Xweser dike!

Di vî warî de Leyla wiha domand: “Ev îsbat dike ku ENKS`ê ne bi nasname û ne jî bi zihniyeteke Kurdî têdikoşe. Lê belê bi vê hişmendiya xwe, xizmeta ajandeyên dewletên dijberî doza me dike. Ji bo parastina nasname û zimanê xwe me bi deh hezaran şehîd dan.”

Hevseroka Komxebata Çandî ya Helebê Leyla Xalid di dawiyê de got: “ENKS bûye alavek di destê dijminên doza Kurd de. Ji bo wê divê yek bin da ku hebûn û destkeftiyên gelê Kurd biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din