Leyla Guven nameyek ji siyasetmedarên Ewropayê re şand

Hevseroka KCD`ê û parlamantera HDP`ê ya li Colemêrgê Leyla Guven nameyek ji rayedarên siyasî yên Ewropayê re şand û tê de îşaret bi zextên AKP`ê yên li Tirkiyê kir.

Leyla Guven nameyek ji serokên Parlamentoya Ewropayê, Komseriya Ewropayê, nûnerê  Yekitiya Kar û Barên Derve, Siyaseta Ewlehiyê û gelek rayedarên siyasî yên Ewropayê re şand.

Leyla Guven di nameya xwe de got destpotîzma hikumeta niha li Tirkiyê hakim e, her dem zêdetir dibe, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) krîmînalîze dike, qada siyasî desteser dike û zirarê digihîne têkiliyên Tirkiye, Ewropa û herêmê.

(eh)


Mijarên Din