Leyla Guven û 2 parlemeterên din hatin betalkirin

Desthilata faşîst a AKP/MHP’ê li meclisê li dijî vîna gel darbeyek din kir. Parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farîsoûllari ên HDP’î û Enîs Berberoglû yê CHP’î hatin betalkirin.

Li Desteya Giştî ya Meclîsê di derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û Parlemetnerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Stenbolê Enîs Berberoglû bi hinceta sûcên li ser wan hatiye piştrastkirin, daxwaza betalkirina wekîltiya wan hate kirin.

Li ser vê alozî li meclisê derket ku AKP bi "Dijminê demokrasiyê" hate wesifkirin.

Bi vê yekê hejmara nûnerên HDP daket 58 endaman û nûnerên CHP jî bûn 138 an.


Mijarên Din