Leyla Arzu Îlhan: NY û hikumeta Iraq berpirsên êrişa li ser Mexmûrê ne

Leyla Arzu Îlhan têkildarî gef û êrişa li ser Mexmûrê got: “Parçeyek ji plana 2014'an e, yekem NY û Iraqê berpirsên êrişê ne. Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya wan wêrekî girt û êriş kir. Divê yekser helwest bên dayîn."

Dewleta Tirk a dagirker bi dehên caran êrişên hawayî li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk anîn. Wargeh di sala 1993’an de ji bo xelkê Bakurê Kurdistanê yên ku ji ber êriş û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk penaber bûne hate avakirin. Wargeha penaberan dikeve nava sînorên qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Nînewayê, nêzî parêzgeha Hewlêrê ye û derdorê 60 km dikeve başûrê Hewlêrê. Niha nêzî 12 hezar şênî li wargehê dijîn.

Wargeh di bin parastina Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji Tîrmeha 2019`an ambargo daniye ser wargehê. Lê belê heta niha Komseriya NY`yê li hemberî vê yekê tu helwest nîşan nedaye.

Li kelêka ambargo û dorpêçê di 2’yê Hazîranê de serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan careke din gef li wargehê xwar û hedef nîşan da û got: “Ger NY'yê paqij neke, wek endameke NY’yê em ê paqij bikin.”

Piştî wê 3 rojan ji van gefan balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker di saet 13:55’an de êrişî wargehê kir.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/06/05/135416_015bd331-2dbe-4e49-aa9e-788e3d85ef43.jpg

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser wargehê de endama Komîteya Dîplomasiya Meclisa Îştar Leyla Arzu Îlhan anî ziman ku, divê yekser NY û hikûmeta Iraqê li dijî êrişan helwestên xwe raber bikin.

‘BIRYARA AMBARGOYÊ BI DESTÊ DEWLETA TIRK E’

Leyla bal kişand ser ambargoya li ser wargehê û got: “Ev dorpêç encama biryareke siyasî ye û bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re heye û bi hewldana dagirkirina Başûr ve girêdayî ye. Di pêvajoya 27 salan de her tim dewleta Tirk a dagirker birêxistinbûna civaka wargehê ji bo xwe xetere dîtiye. Der barê ambargoya li ser wargehê de çendîn caran hewldanên me yên pirskirinê çêbûn lê hikumeta herêmê bersiva `tu agahiya me li ser vê ambargoyê tune ye. Ev biryar ji jor de hatiye em jî pêk tînin` daye. Ji van gotinên wan jî derdikeve holê ku ev biryar bi destê dewleta Tirk hatiye dayîn û PDK jî vê biryarê pêk tîne.”

Leyla derbarê hedefgirtina wargehê de destnîşan kir ku parçeyekî konsepta `Plana Têkbirinê` ye û got: “Çawa ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin dixwazin wargeha me jî dagir bikin. Ji aliyê PDK’ê ve jî ev hewldanên dagirkirinê hatine meşrûkirin. Li gorî agahiyên ketine destê me jî PDK`ê xaka Kurdistanê firotiye dewleta Tirk ku bikarin hemû deshilatdariya xwe bidin meşandin.”

`NY Û IRAQ BERPİRSYARÊ ÊRİŞÊ YE`

Leyla Arzû Îlhan anî ziman êriş li ber dêriyê parka Şehîd Aryen ya ku di navîna wargehê de cih digre pêk hatiye ku ji ber hewaya saetên nîvro gelek germ e tu kes li parke tine bû. Leyla got ku bi salane wargeha wan her ji aliyê dewleta Tirk vê hatiye hedefkirin û bi dehan caran rastî êrişan hatiye û got: “Divê êrişê de NY û hikûmeta Iraqê berpirsyar in. Pêwîst e NY û hikûmeta Iraqê li dijî dewleta Tirk xwedî helwest bin û xwedî li wargeha me derbikevin.”

`REWŞ METİRSÎDAR E`

Leyla diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya NY û hikûmeta Iraqê wêrekî girt ku êrişî wargehê kir û got: “Rewşa bêdengiyê metirsîdar e. Beriya niha jî li dijî êrişan NY û hikûmeta Iraqê helwest raber nekiribûn ku ev jî bû sedem ku êriş xwe dûbare bikin. Ev bêdengî wan dike şirîkê sûcê dewleta Tirk û PDK`ê ya ku dixwazê gelê wargehê bi qirkirinê re rû bir û bihelê.”   

‘HER KU BI BIN DIKEVE PLANÊN QIRÊJÎ NÛ DIKE’

Ji 23’yê Nîsanê heya niha berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran berdewam dike ku heya niha dewleta Tirk li dijî vê berxwedanê serkeftin bi dest nexistiye. Leyla der barê berxwedana gerilayên azadiyê de diyar kir: “Dema dewleta Tirk li hember gerîlayên azadiyê bin dikeve, yekser dest bi planên komkujiyê dike. Gefên li ser wargeha me encama binkeftina arteşa Tirk a faşîst a li çiyayên Kurdistanê ye. Wargeha me çawa ku 27 sal e li dijî hemû êriş û planan li ber xwe daye, dê îro jî têkoşîna xwe dewam bike. Bê guman bi piştgiriya gelê Kurd em ê planên faşîst ên li ser wargehê û Kurdistanê têk bibin.”

ANHA


Mijarên Din