Leşkerên Tirkiyê li Qeterê belav dibin

Tirkiye û Qeter amadekariyên avakirina hejmareke mezin ji baregehên leşkerî li Dewha dikin, di heman demê de li Qeterê hejmara leşkerên Tirk zêdetir bûye.

Rojnameya Hurriyet ya Tirkiyê ragihand ku bi amadekariyên Tirkiye û Qeterê ya avakirina hejmareke mezin ji baregehên leşkerî yên nû li paytexta Dewhayê re, hejmara leşkerên Tirkiyê li Qeterê zêdetir bûye.

Çapemeniya Tirk ragihand ku baregeha nû ya li paytexta Qeterê Dewhayê nêzî Baregeha Tariq Bin Ziyad e û avakirina wê bi dawî bûye. Her wiha rojnameyê tekez kir ku bi avakirina baregeha leşkerî re dê hejmara leşkerên Tirk li Qeterê zêdetir bibe.

Rojnameyê  wiha ragihand: "Qeter girîngiyeke mezin dide vê baregehê, her wiha behsa şahiyeke girseyî di payîzê de dikin. Tê payîn ku lidarxistina şahiya vekirina baregehê, emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al-Sanî û Recep Tayyîp Erdogan ragihînin."

Rojnemaya Hurriyet de belav kir ku leşkerên Tirkiyê li Baregeha Tariq Bin Zayîd bi cih dibin û li gorî têkiliyên dualî yên Tirkiye-Qeterê ji sala 2015`an ve leşkerên Tirkiyê li baregehê belav bûne.

(eh)


Mijarên Din