Leşkerên Tirk li Wanê kolberek kuşt

Li navçeya Ebexê ya Wanê leşkerên artêşaTirk a dagirker kolber gulebaran kirin û di encamê de koberekî jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Çillî yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên Tirk kolber guleberan kirin. Di encama gulebarana leşkeran de Îbrahîm Baykara (46) ê bavê 6 zarokan ku kolberiyê dike, jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên artêşa Tirk bi saetan nehişt malbat biçe cenaze wergire. Piştre cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. Malbatê piştî otopsiyê cenaze wergirt û dê bibe li gund veşêre.


Mijarên Din