`Leşkerên Tirk li pêş çavê min tecawizî 2 keçikan kir, ez tu carî ji bîr nakim`

Ehmed Silêman rastî şîdetên herî qirêjî hat, leşkerên dagirkeriya Tirk li pêş çavên wî tecawizî 2 keçikan kir, lê li ser biryarên xwe ma û di dawiyê de bi ser ket.

3 mehan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî şîdeta herî qirêjî ya bedenî û psîkolojîk hat, vê yekê hişt ku tolê hilîne, piştî zindanê vegeriya karê xwe di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê de.

Di pêvajoya yekemîn ji Berxwedana Serdemê de  bi sedan şervanan û şêniyên Efrînê beşdarî Berxwedanê bûn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin.

Ehmed Silêman ê 40 salî, ji şêniyên herêma Efrînê ye, li taxa Şêxmeqsûd endamê Hêzên Asayîşê bû, di Berxwedana Serdemê de Silêman û komek hevalên xwe di 16 Sibata 2018`an berê xwe da Efrînê, da ku parastina herêma xwe bikin.

Der barê biryara wî de ku berê xwe bide Efrînê, Ehmed Silêman wiha got: "Dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir, min xwe ranegirt, ez nikaribûm di cihê xwe de bisekinim û welatê min rastî êrîşên hovane tê, ji ber vê yekê ez û komek ji hevalên min berê xwe da Efrînê û beşdarî parastina xaka welêt bûn."

Bi gihandina Silêman û hevalên wî li Efrînê, berê xwe dan yek ji navendên leşkerî li herêmê, ji wir bûn 3 kom, ferza wan li navçeya Cindirêsê, Bilbilê û Raco çêbû, Ehmed li koma ku berê xwe dan Cindirêsê.

Der barê wê yekê, Ehmed wiha got: "Em çûn Cindirêsê, me berê xwe da yek ji nuqteyên leşkerî û 15 rojan man, me parastina herêmê kir, paşê êrîş giran bûn û herêm hemû hate dorpêçkirin."

Venekişiya, ji ber vê yekê dîl kete destê artêşa dagirker û çeteyan

Şer li navçeya Cindirêsê pir giran bû û ji ber bombebarana ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk dianî û her tişt li herêmê rûxandin û şewitandin, hate xwestin ku koma Ehmed Silêman vekişin, lê Ehmed nikaribû vekişe, der barê wê de Ehmed wiha dibêje: "Di 8`ê Adara 2018’an de biryar hate dayîn ku em vekişin, ji ber bombebaran pir dijwar bû û ji bo parastina me, fermandariyê biryar da ku em vekişin, hin hevalên me vekişiyan, lê ji ber min demografiya herêmê gelekî nizanibû, ez dîl ketim destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, çavên min girtin û ez birim cihekî min nas nekir."

Biryara berxwedanê da û itîraf nekir

Piştî dîlgirtina wî, Ehmed biryar da ku itîraf neke ku leşker e da ku agahiyên leşkerî di bin îşkenceyê de nede, Ehmed wiha got: "Biryara min a yekê dema ku ez dîl bûm, berxwedan bû û ez itîrafê min tiştekî nekim, min dizanibû wê min îşkence bikin û agahiyên leşkerî bistînin, ji ber vê yekê min negot ez leşker im, min got ez sivîl im, wan gelekî ez îşkence kirim, çeteyekî ku fermana xwe ji efserekî Tirk digirt, kêr kir qirika min û wiha got: “Ev kafir e, ez ê wî bikujim ji bo ez bikevim bihûştê” paşê pirsek ji min kirin, gotin tu misilman î?"

Ehmed wiha domand: "Wê demê min got erê ez misilman im, yekî ji wan gelek pirsên girêdayî ola îslamê ji min kirin, dema ku min bersiva hemû pirsan dan, rê li pêşiya wan hatin girtin ku min wek kafirekî bibînin."

Ez şewitandim û kûçik berdan min

Pirsên çeteyan bi dawî nebûn, ji ber vê yekê dest bi rêzeîşkenceyê der heqê Ehmed Silêman kirin, efserekî Tirk benzîn di ser de dike, paşê agir pê dixe, Ehmed der barê wê de wiha got: "Dema ku efserê Tirk benzîn ser min de kir, ji yekî re got bila bêje ez bi YPG`ê re kar dikim, lê min înkar kir, agir bi min xist, 5 deqeyan agir bi min diket, paşê vemirandin, ji ber dizanîn ez ê bimirim."

Paşê kûçik anîn û berî min dan û her ev tişt dubare dikirin "Bêje tu bi YPG`ê re dixebitî."

Tevî hemû rêbazan, Ehmed tiştek negot û her bersiva wî "Ez sivîl im" bû, ji ber vê yekê leşkerên Tirk 2 keçikan tînin, li pêşiya wî tecawizê lê kirin, der barê wê yekê de Ehmed wiha got: "Ez di hemû jiyana xwe de tu caran ji bîr nakim, dema ku min itîraf nekir, endamên artêşa Tirk 2 keçikên ku revandibûn, anîn û li pêşiya min danîn, ji min re got “Niha tu yê itîraf bikî yan na?” Lê dema ku min got min her tiştê gel xwe ji we re got, leşkerên Tirk her du keçik li pêşiya min tecawiz kirin, ez nikarim vê yekê ji bîr bikim."

Her ew îşkence kirin, xwestin îradeya wî bişikînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her Ehmed Silêman îşkence dikirin, êdî nikaribûn tu agahiyan jê bigirin, paşê kemaşe anîn û bi guhê wî girtin, heta ku xwîn jê hat, Ehmed der barê wê de wiha dibêje: "Ne tenê wisa, 11 diranên min jê kirin û ez avêtim nav zeviyan, piştî çend seatan li nav zeviyan, erebeyek anîn û ez avêtim zindanê, paşê min zanibû ku li bajarê El-Raî yê li gundewarê bakurê Helebê ye."

Ehmed Silêman çîroka xwe wiha dewam kir: "Dema ez gihaştim zindanê, min qedehek av xwest, çeteyên zindanê ji min re ava asîtê ya şewatê anîn û di ser birîna min de kirin, 11 rojan ez di vê rewşê de mam, paşê birîn her çû iltîhab girt, êdî bêhneke genî derxist, cilên min jî bi min ve zeliqîn, di roja 11’an de, yek ji girtiyan ji ber bêhna birînê gazin kirin, ji vê yekê ez birim cihekî dişibe nexweşxaneyê, cihê birînê paqij kirin da ku ez nemirim, dema mayîna min de her lêpirsîn bi min re dikirin û her ev hevok digotin “Tu bi YPG`ê re kar dikî, bêje."

Îradeya bihêz bi ser dikeve

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nikaribûn îradeya Ehmed Silêman bişikînin, ku tevî hemû rêbazên îşkenceya ku der heqê wî de pêk anîn, çeteyan êdî dizanibû sûdê ji îşkenceyê nabînin, 10`ê Hezîrana 2018`an ew berdan.

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed Silêman wiha got: "Min biryara berxwedanê da û ez bi ser ketim, lê tecawiza her du keçikan ez nikarim ji bîr bikim, ez ê her di biryara berxwedan û têkoşînê de bimeşim."

Piştî vegera Ehmed li bajarê Helebê û dermankirina birîna wî, vegeriya karê xwe di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Helebê de, niha li karê xwe dixebite û her vê hevokê dibêje: "Ez amade me beşdarî her tiştî bibim ji bo rizgarkirina Efrînê, qedera reş li hêviya çeteyan e."

(jo)

ANHA


Mijarên Din