Leşkerên Tirk gorên şehîdên kurdan xerab dike

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Hespistê yê navçeya Hezexê 6 gorên şehîdan perçe perçe kirin.    

Êrişên leşkerên Tirk a dagirker ên li dijî nirxên gelê Kurd berdewam dikin.

Leşkerên faşîst piştî li Wan, Mûş, Amed û Colemergê gorên şehîdan şikandin, niha jî li Şirnexê gorên şehîdan şikandin.

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Hespistê yê navçeya Hezexê 6 gorên şehîdên Tevgera Azadiyê PKK'ê bi balyozan perçe perçe kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Mezepotamiya hêzên dagiker di 4'ê nîsanê de bi maşîneyên zirxî hatin gundê Hespistê û bi balyozan gorên şehîdên Tevgera Azadiyê perçe perçe kirine.

Şêniyên gund diyar kirin ku hêzên faşîst di sala 2016'an de jî êrişî goran kiribûn û gorên zarokên wan ên şehîd şikandibûn.

(kc)


Mijarên Din