​​​​​​​‘Leşkerkirina zarokan sûcekî şer e‘

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr ê li Sûriyê bang li kesên di nava komên çeteyên Tirkiyê de dixebitin kir ku dest ji komên çete berdin û got: “Rejîma Tirk ciwanên Ereb bi kar tîne û bi navê "Erîbtî û îslamê" wan tevlî şer dike.”

Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê yên ji xaka Sûriyê dagir kirine, şênî koçber kirine û guhertina demografî pêk tînin, di demên dawî de zarokên Sûrî bi çek dike û wan beşdarî şerê li Lîbyayê dikin.

Rejîma Tirk bi navê ola îslamê kiryarên xwe yên dermirovî pêk bîne, herî dawî bi pere û kar, zarok û malbatên wan teşwîq dikin da ku tevlî şer bibin.

Çavdêr dibêjin ku leşkerkirina zarokên Sûriyê bi navê "Îslam û Erbîtî" tunekirina netewên din bi navê ol e û teqez dikin, kiryarên wiha zirarê didin îslamê û gelê Ereb.

Derbarê mijarê de serokê Qebîleya Cibûr ê li Sûriyê Fewaz El-Zobai ji ANHA‘yê re axivî û got: "Rejîma Tirkiyê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê û herêmên din ên Sûriyê yên dagirkirî bi kar tîne, zarokên wan bi çek dike û dişîne Lîbyayê da ku li gel komên çete yên girêdayî wê şer bikin."

El-Zobai leşkerkirina zarokên biçûk bi "Sûcê şer" bi nav kir û ev tişt anî ziman: "AKP a ku îdiaya îslamê dike zarokên biçûk ên Sûrî beşdarî şer dike. Mafên zarokan heye ku bixwînin û jiyaneke bi rûmet bijîn, ne ku wan bikin çete û tevlî şeran bikin."

Fewaz El-Zobai axaftina xwe wiha domand: “Mixabin ên ku li gel dagirkeriya Tirk tên û şerê me dikin  û gelê me dikujin piraniya wan ji xelkê eşîreyên Ereb in. Ji aliyê rejîma Tirk ve hatine bikaranîn û ji bo xetên pêşîn hatin şandin da ku leşkerên artêşa wê neyên kuştin."

‘NASNAMEYA SÛRÎ GIRTINE, LÊ ŞERÊ XELKÊ WÊ DIKIN‘

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr li Sûriyê bang li hemû rêxistinên têkildar, Rêxistina Mafên Zarokan û Neteweyên Yekbûyî ku kir ku bi lez destwerdanê bikin û erkê xwe yê li hemberî dagirkeriya Tirk a zarokên Sûriyê bi çek dike bi cih bînin.

El-Zobai her wiha bang li welatiyên ji pêkhateyê Ereb ê Sûriyê yê di nava komên çete yên girêdayî Tirkiyê û "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" de kir ku komên çete terk bikin û li gorî planên Tirkiyê tevnegerin û got: "Hûn şênî û biryarên xwe yên li Sûriyê an li Lîbyayê dikujin. Nabe em şerê hev din bikin, lê belê divê em di xendeqekî de li hemberî dagirkerên xaka şer bikin da ku bi aştî û ewle bijîn."

ANHA


Mijarên Din

QSD‘ê 17 çete girtin