Lema Etasî:Kesên ku beşdarî komîteya destûrî  bûne, li ser me hatiye ferizkirin

Siyasetmedar û Endama Opozisyona Sûriyê Lema Etasî diyar kir ku di qada neteweyetî de komîteya destûrî ne xwedî peywir e.  Lê belê nav li ser opozîsoyonê hatin ferzkirin û dê tu encaman bi xwe re neyne.

Hê jî komîteya destûrê ya bi sponseriya Tirkiyê, Rûsya û Îranê tevî nakokiyên nava beşdaran û neamadebûna nûnerên rasteqîn ên gelan, cîvînên xwe berdewam dikin.

Têkildarî komîteya destûrê, Siyasetmedar û Endama Opozîsyona Sûriyê Lema Etasî ji ANHA’yê re wiha nirxand: "Komîte di raya neteweyî de tenê dawîkirina rewabûn û bêhêzkirina opozîsyonê ye, berê dewletan heman kesayet ji bû birêvebirina Meclisa El-Wetenî û Itîlfa hilbijartibûn û rewabûn da wan, niha jî wan ji erkê dixe. Opozîsyona ku hatiye avakirin, diza şoreşê ye, hem bi rêgez û hem jî  bi giraniya xwe ne cidî ye. Em bala xwe bidinê ku kesayetên beşdarî nava opozîsyonê bûne, ji destpêka şoreşê ve hewldana têkbirina şoreşê dikir, ango kesayetên ji Îxwanan, Tirkiyê, Frasna, komên banka navdewletî, Qeter, Erebistana Siûdiyê û kesên dîmokrat ên Amerîkayê, ne."

Lema Etasî diyar kir ku ew kesên karmend in, tenê girêdayî fonê xwe ne, ne ku şoreşger in.

‘Ez wekî welatiyekê sûrî, dê çawa ev kesayet nûnertiya min bikin’

Têkildarî kesayetên beşdarî opozîsona Sûriyê bûne Lema Etasî wiha got: "Min daxuyaniyên wan neşopandin. Lê belê min dît ku xityar di hola civînê de razayî ne û min ji xwe weke sûrî fedî kir ku nûnertiya min bikin.  Ji ber vê yekê ez girîngiya şopandinê nabînim. Ji ber tu kes bi wan itîraf nake û li gor vîna gel tev nagerin."

Lema Etasî wiha dewam kir: "Min li axaftina Beşar Esed a têkildarî komîteya destûrê guhdar kir, Beşar da zanîn ku ev civîn nûnertiya destûra sûriyê ya nû nake. Ji ber vê yekê bi nêrîna min, tenê xizmeta Rûsya û Tirkiyê dike, ango her du aliyên ku hatine hilbijartin û israr dikin ku plana Sochi ya ku bi Erdogan re li hev tîne û dûrî pêla navneteweyî ya Cinêvê ye pêk bînin. Mixabin tiştek ji destên me dernakeve. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em terka maf û daxwazên xwe bikin."

Siyasetmedar û Endama Opozîsyona Sûrî Lema Etasî wiha nirxandinên xwe bi dawî kir: "Encamên ku ji vê civînê derbikevin, dê nûnertiya gelan neke, her wiha dê nexşeya navdewletî û biryarên der barê Sûriyê de neguherînin.

(eh)


Mijarên Din