Lîbyayiyan li dijî destwerdana dewleta Tirk xwepêşanên girseyî li dar xistin

Bi hezaran lîbyayî li Bînxazî û bajarên dîtir ên Lîbyayê xwepêşandanên girseyî yên şermezarkirina destwerdana dewleta Tirk li welatê wan, li dar xist.

Xwepêşandêran dirûşmên dijberî hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê û pankartên "Erdogan ji Koronavîrusê xeternaktir e", "Lîbya xwe ji rejîma Tirkiyê re danaxe", "Na ji girêbesta firotina Lîbyayê ji rejîma Tirkiyê re", "Lîbya goristana mêtingerên Tirk û Osmanî ye" û dirûşmên piştevaniya artêşa Lîbyayê berz kirin.

Xwepêşandan wek berteka gel li dijî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û serokerkanê Tirk Yaşar Gular ji Terablus û Mesratayê re ku li ser hêzên Tirkiyê li wir digerîn, pêk hat. Her wiha jî ev xwepêşandan ji bo bersivdana daxuyaniyên wezîr ên şantajkirinê der barê mayîna Tirkiyê li Lîbyayê de ya domdar jî pêk hat.

Li gorî piştrastkirina lîbyayiyan, dîmena hevdîtina wezîrê parastinê yê Tirkiyê bi leşkerên welatê wî re li Terablus û Mesratayî bêyî amadebûna tu berpirsekî lîbyayî û daxuyaniyên li ser serweriya Tirkiyê û vegera piştî vekişîna bapîrên (Osmanî) wî li Lîbyayê, wek şoq û şantajekê ji gelek lîbyayîyan re hat, her wiha peyameke gefê ji serweriya nîştimanî re ye.

(fr)


Mijarên Din