Lîbyayê bersiva daxuyaniyên Akar da: Em xeyalê Enqere bişkînin

Rêveberê Giştî yê Tewcîha Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb bersiva daxuyaniyên wezîrê Parastinê yê Tirkiyê da û got: "Lîbyayî dê xeyala Enqere ya mayîna li Lîbyayê heta hetayî bişkîne."

Xalid El-Mehcûb ji hevpeyvînekê bi Sky News Arabia re got: "Mafê wezîrê Tirkiyê heye çi bixwaze xeyal bike, mafê Lîbyayan jî heye ku vê xeyalê bişkîne û sînorekê jê re deyne."

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Helûsê Akar serdana leşkerên xwe yên li Lîbyayê kir û daxuyaniyên şantajkirinê da ku behsa "Serdestiya Tirkiyê, vegeriya piştî vekişandina pêşiyên xwe û mayîna heta hetayî" kir.

El-Mehcûb her wiha got, serdema mêtîngeriyê bi dawî bû û fikira serok komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi vî rêbazî bi fikira kesekî bi aqil bi nav kir.

El-Mehcûb bi domdarî got: "Ji rojan dewleta Osmanî bi mayîna heta hetayê xeyal dike, lê ev xeyal cihê wê di vê cîhanê de nine. Tirkiyê wê ji Lîbyayê vekişe. Ji ber ku tişta li ser erdê çêdibe li dijî îradeya lîbyayan e."

Her wiha diyar kir ku vebijêrka li pêşiya Tirkiyê niha bi girêk dibe û zehmettir dibe. Bi taybet bi hebûna hêzên çekdar li kevana petrolê, destekdayîna Misirê ya zelel û bertekên navdewletî yên hebûna Tirkiyê li ser xaka Lîbyayê.


Mijarên Din