​​​​​​​Lîbya ji bo geşkirina aboriya dewleta Tirk

Gelek kes dipirsin gelo sedemên israra serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo êrişkirina Lîbyayê û kontrolkirina wê ji aliyên leşkerî û siyasî ve çi ne?

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan, îdia dike ku ji bo piştgiriya rewabûna Lîbyayê mudexeleya Lîbyayê dike. Lê ev îdia gelek zaîf e, ji ber ku rewabûna ku Erdogan behsa wê dike, li ser erdê tune ye.

Ji sala 2018'an de erka hikumeta Wîfaqê bi dawî bû. Piştî ku xelîfe Hefter di Nîsana sala borî de wekî Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdar ên Lîbyayê hate ragihandin rewabûna hikumeta Wîfaqê nema. Li aliyê din jî hikumeta behsa mijarê baweriya parlamanto, girse û qebîleyên lîbyayî negirt.

HÊKA ZÊRÎN

Mudexeleya Erdogan di Lîbyayê de dagirkirin e, ji ber ku di nav xwe de timayên wê yên ku êdî li ser kesekî nayên veşartin dihewînin.

Erdogan, Lîbyayê weke hêka zêrîn e ya ku dê dewleta ji iflasê xilas bike û aboriya wî geş bike. Erdogan ji ber siyasetên xwe yên derve yên dijberî tevahiya dewletan di nav de Sûriye, Misir, Lîbya, Iraq, Kendava Erebî û li ser qada Ewropayê Qibris, Yewnanistan û Fransayê  aboriya welatê xwe aloz kir.  Li rex wê jî lêçûna giran a komên terorîst û çekdar dan da ku bi kar bîne û berhemên gelan talan bike.

Lîbya ji Erdogan re xwedî girîngiyek aborî mezin e. Girîngiya xwe ji qeyrana aborî ya li dewleta Tirk û encamên pandemiya Koronayê digire. Paşdeçûna nirxa lîreya Tirkiyê û bilindbûna rêjeya bêkariyê û qeyranê, vê yekê îsbat dike. Bi derketina pandemiyê re, turzîm li Tirkiyê hilweşî, sûk hatin girtin. Di encamê de qeyran zêde bû. Li gorî saziya bazirganî û istismarê ya Almanyayê, êdî hikumeta Tirk nikar deynê xwe ya ku digihêje 200 milyar dolarî bide.

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan amade ye dest bi şerekî herêmî dijwar û demdirêj bike. Da ku dagirkirina Lîbyayê misoger bike. Veguhestina bi hezaran çeteyan, esferan û endamên istixbaratê didomîne û çek ji wan pêşkêş dike. Ev yek jî bi delîl û daneyan hatiye îsbatkirin û l iser kesekî nayê veşartin. Ji ber vê gelek pirs têkildarî girêdana Tirkiyê ya bi Lîbyayê ve derketin pêş.

KÛRAHIYEK JI ALIYÊ AFRÎKAYÊ Û DABÎNKIRINA WINDAHIYA XWE

Erdogan dibîne ku Lîbya deriyê bidestxistina hegemoniya siyasî û aborî li dewletên Mexribê, kûrahiya Afrîkayê û hewza Deryaya Spî ye. Ji wê zêdetir dihesbîne ku bi dagirkirina Lîbyayê dê windahiyên planên xwe li Misirê dabîn bike yên ku bi ketina koma Ixwan Muslimîn re binketin. Her wiha kontrolkirina dewleta Tirk Lîbyayê cihê Enqereyê di asta cîhanî de xurt dike û giraniyek siyasî û dîplomasî navdewletî didiyê.

KENZEK BINAX QEYRANA ABORÎ GEŞ DIKE

Diyar e ku Lîbya ji bo dewleta Tirk weke kenzek binax e ku pê re aborî xwe ya hilweşiyayî pêş bike. Lîbya bi petrol û gazê yên ku dewleta Tirk ji derve bi 40 milyar dolarî tîne dewlemend e. Li gorî saziya bazirganî û istismarê ya Almanyayê ruxmî talankirinê piştî hilweşîna hikumeta Qezafî, lê zêdetirî 80 milyar dolar maye.

Erdogan asta şerên xwe li Lîbyayê gur dike da ku zêra reş a Lîbyayê û zeviyên ku artêşa Lîbyayê bi pêşengiya Xelîfa Heftar diparêzin, kontrol bike. Ji wan zeviyan a herî girîng û mezin li beyara Mirzeq li başûrê Terabulsê ye. Ev zevî roane 300 hezar bermîl petrol hildiberîne. Her wiha artêşa Lîbyayê zeviyên Fîl kontrol dike. Ev zevî di hewza Mirzeq e.

KEVANA PETROLÊ Û NAVENDA BAZIRGANIYÊ

Jêderên berhemên petorlê yên li Lîbyayê di kevana petrolê li bakur rojhilatê welêt de ne. Herêm di dirêjahiya 250 km ber bi rojhilat ve fireh dibe. Di navbera Sirt û Bingazî û tê de bi rêjeya ji sedî 80 îtiyata petrolê heye. Artêşa Lîbyayê vê zeviyê jî kontrol dike û tê de girîngtirîn keştîgehên petorlê mîna Sera, Ras Lanûf, Berîqa û Ziwêtiyê hene.

Li beramberî wê milîsên girêdayî hikumeta Fayiz Seraj a ku dewleta Tirk desteka wê dike, zeviyê Borî yê deryayî li rojavayê Terablusê û kargeha Zawiye ya li rex wê kontrol dike.

Bazirganiya dewleta Tirk ber bi Lîbyayê ve salane 2 milyar dolar derbas diek. Bi vê yekê Enqere bûye girîngtirîn şirîkên bazirganiya bi Lîbyayê re.

Ji vir  girîngiya berdewamkirina kelûpelên dewleta Tirk ber bi Lîbyayê ve diayr dibe. Gelek agahî destnîşan dikin ku Lîbyayê derdora 8 milyar dolar daniye banka navendî ya dewleta Tirk daniye. Amadekariyên avakirina stasyonên enerjiyê ji hêla şirketên tirk ve hene, da ku petrol û gaza Lîbyayê yên li rojavayê welêt li hemberî peravan derxin.

Li gorî zêdetirî çavkaniyekê, yedeka petrolê li Lîbyayê zêdetirî 25 milyar bermîl in. Li aliyekî din yedeka gazê digihêjin zêdetirî 120 tirliyon ling kab e.

Ger raporên Ajansa Enerjiyê ya Amerîkayê rast bin, girîngiya berhemên petrol û gazê yên li rojavayê welêt, ji rojhilatê wê ne kêmtir e. Ji ber van hemûyan, Erdogan hewl dide Lîbyayê dagir bike.

Daneyên ku li jor hatine bibîrxistin, alîkariya aboriya dewleta Tirk dikin da ku ji kesada xwe derkeve. Heftar di vî warî de got: “Dewleta Tirk ji bo çareserkirina aloziya xwe hewl dide dest deyne ser berhemên Lîbyayê.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din