Lîbya: Artêşê nuqteyên firokeyên Tirkiyê kirin armanc

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê got hêzên wan nuqteyên li balafirgehên Matîqiye û Misratayê rûxandin. Tê zanîn ku her du balafirgeh ji bo amadekirina firokeyên Tirkiyê dihatin bikaranîn.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Ehmed Mismarî diyar kir ku artêşê deverên cuda yên balafirgehên Matîqiye û Misratayê ku ji bo amadekirina firokeyên Tirkiyê wek depo dihatin bikaranîn, rûxandin.

Ehmed Mismarî bi daxuyaniyekê ragihand ku çavkaniyên wan ên îstixbaratê, deverên bûne armanc eşkere kirine, ji wan nuqteya Hingar ku cihê amadekirina firokeyan e û moşekên xwe li balafirgeha Matîqiyê bi cih dikirin.

Mismarî diyar kir ku îstixbarata leşkerî 2 depo û cihê teknîkê yê firokeyên li balafirgeha Misratayê kirin armanc.

Her wiha Mismarî bal kişand ser operasyona asmanî ya ku depo û avahiyên firokeyan kirine armanc û got balafiran piştî armancên xwe pêk anîn, li baregehên xwe vegeriyan.

(eh)


Mijarên Din