Lawend Mîrko: Êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser Kurdan, li ser Suryan, Asûr, Kildan û Ereban jî gef in

Nivîskar û helbestvan Lawend Mîrko got “Armanca Erdogan eşkere ye, ew dixwaze bi rêya artêşeke ji çeteyên ku ji zagonan direvin, Mîsaqî Millî pêk bîne.” û daxwaz ji welatiyên Sûriyê kir ku li hember van planan bibin yek.

Li hemberî êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertekên nerazîbûn û şermezarkirinê zêdetir dibin.

Nivîskar û helbestvan Lawend Mîrko ji ANHA`yê re axivî û di destpêkê de diyar kir ku dewleta Tirk li ser erdnîgariya Sûriyê gelek herêm dagir kirine, ji Cerablusê bigire heta Efrîn û Idlibê, di êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere xuya dike ew dixwaze hin herêmên nû dagir bike.

Mîrko da zanîn ku dewleta Tirk bi hinceta avakirina herêmeke ewle, Mîsaqî Millî ava bike, li gorî mîsaqê Tirkiyê dibîne ku herêmên êrişan li ser pêk tîne beşek ji xaka dewleta Osmanî ye û dixwaze vegerîne û got: “Armanca Erdogan desthilata xwe li ser xaka Sûriyê zêdetir ferz bike.”

Mîrko destnîşan kir ku Erdogan ji aloziya Sûriyê firsend girt û artêşek ji çeteyên ji yasayê direvin ava kir û dest bi kiryarên kuştin, dizîn û talankirina sivîlan kir da ku planên xwe li herêmê pêk bîne.

Nivîskar Mîrko di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca wî di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere xuya dike ku ew dixwaze DAIŞ`yên li ba QSD`ê hatine girtin, rizgar bike û di şerê li dijî herêmê de bi kar bîne, her wiha Ewropayê jî neçar bike alîkariya wî bikin da ku planên xwe li herêmê pêk bîne, ji ber vê yekê gefan dide Ewropa ku dê DAIŞ`iyan bişînê.

Mîrko ew yek jî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê ne tenê li ser hebûna gelê Kurd gef in, lê belê li ser hebûna Suryan, Asûr, Kildan û Ereban jî gef in û got: “Ew xwediyê fikra Îxwanî ya tundraw e, her kesek jî ji vê fikrê ne razî ye.”

Di dawiya axaftinê de Mîrko bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî xetereya êrişên Tirkiyê yên dagirkirina xaka Sûriyê û koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên resen ên herêmê, avakirina artêşekê ji çeteyan baldar bin û wiha lê zêde kir: “Divê hemû hêzên nîştimanî li hemberî siyasetên dagirkeriyê refên xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin, ji dengê gel bilindtir tu deng nîn in.”

(rr)

ANHA


Mijarên Din