Lavrov: Pevçûnên leşkerî li Sûriyê bidawî bûn, ji bilî Idlib û bakurê rojhilatê Sûriyê

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov diyar kir ku rûbirûbûnên leşkerî li Sûrîyê bi dawî bûne, ji bilî Idlib û bakur û rojhilatê Sûrîyê.

Lavrov di hevpeyvînekê de li gel Tora Al Arabiya weha got: "Rûbirûbûna leşkerî di navbera hikumeta Sûriyê û opozisyonê de bi dawî bûn, ya ku dimîne ji deverên germ Idlib û herêma Firat in, ku hêzên Amerîkî lê bi cih dibin."

Lavrov destnîşan kir ku welatê wî piştgiriyê dide xebatên Erebistana Siûdî yên ji bo zêdekirina diyalog û çareseriya li başûrê Yemenê û piştgirî dide pêşniyarên nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserîyê li Yemenê.

Sergey Lavrov got ku nakokiya NATO'yê ya di 2011'an de bû sedema karesatek li Lîbyayê.

Lavrov destnîşan kir welatê wî ji bo agirbesta li Lîbyayê bi Tirkiyê re nîqaş kir û diyar kir ku hin welat naxwazin aloziya Lîbyayê bi dawî bibe.


Mijarên Din