Lavrov: Em ê bersiva her hedefkirina leşkerên Rûsya yên li Sûriyê bidin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got , heke leşkerên Rûsya li Sûriyê bibin hedef dê bersivê bidin. Diyar e ku ev hişyarî ji bo Enqereyê ye  da ku hêzên Rûsya li Idlibê neke hedef.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongereyeke çapemeniyê de li gel hemşîreyê xwe yê Ghany Shirley Aerocor Potshoe re ku îro li Moskove pêk hat de got: "Leşkerên Rûsyayê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê hene."

Lavrov lê zêde kir: "Em ê bersiva hedefkirtina leşkerên Rûsya yên li Sûriyê bidin."

Lavrov wiha domand: "Artêşa Tirkiyê gelek nuqteyên çavdêriyê ava kirin. Ev jî bi hêviyên ku leşkerên Tirk li wir in da ku êrîşên terorîstan çênebin. Lê belê ew tişt pêk nehat."

Daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê piştî daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu hat ku gotibû: "Enqere nuqteya çavdêriyê ya 9’emîn venaguhêze ya ku karwana Tirkiyê ji bo piştevaniya wê nuqteyê bikira rastî êrîşa asîmanî ya Sûriyê hatî"

Wezîrê Tirkiyê anî ziman: "Divê rejîma Sûriyê bi agir nelîze û dê her tiştî ji bo aştiya leşkerên xwe pêk bînin."

Êrîşa rejîma Sûriyê ya li ser karwana leşkerî ya artêşa dagirker a Tirk ku berê xwe dida avakirina nuqteya çavdêriyê li bajarê Xan Şêxonê yê li başurê Idlibê da ku çembera li ser nuqteya Tirkiyê ya li bajarê Morikê yê bajahiya bakurê Hemayê veke, pêk hat.

Îro Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê û ji nav wan" Komên Cîhadîst" bi temamî ji bajarê Xan Şêxo yê li bejahiya başurê Idlibê vekişiyan. Her wiha vekişîn ji herêmên başurê Xan Şêxon jî çêbû. Ew jî bajarok û gundên bakurê Hemayê ne. Ji wan jî Kefir Zêta, Letamine, Morik û gundên Lehaya û Letmên in.

Li gor navendê, hê jî çarenûsa nuqteya çavdêriya Tirkiyê ya li Morikê ta vê kêliyê ne diyar e û wiha diyar kir: "Hê jî komên çete li dora vê nuqteyê kom bûne."

(fr)

 


Mijarên Din