Lavrov û Çavuşoglu dê yekşemê hev bibînin

Çavkaniyên ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku plan ji bo hevdîtinekê di navbera Lavrov û Çavuşoglu de roja yekşemê piştî Kongreya Munchenê ya ewlehiya navdewletî, tê kirin.

Ajanansa Interfax ji çavkaniyekî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku plan ji bo hevdîtinekê di navbera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempêşiyê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu roja yekşemê piştî Kongreya Munchenê a ewlehiya navdewletî de, tê kirin.

Çavkanî got ev hevdîtin hîna tê plankirin.

Demek berê berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi bîr xistibû ku Lavrov dê serokatiya şandeya Rûsyayê ya beşdarî karên gera 56`an a Kongreya Munchenê ya dozên siyasî û ewlehî, bike ku tê payîn di navbera 14-16 Sibatê de pêk bê. Zaxarova diyar kir ku lidarxistina hejmareke mezin ji civîn, têkilî û hevdîtinên hem di navbera 2 aliyan de hem jî yên di navbera gelek aliyan de piştî vê kongreyê, tê plankirin.

Ev hevdîtin piştî têkçûna hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên cara duyemîn li Enqere û pêwendiyên her du serokên Tirkiye û Rûsyayê yên der barê rageşiya li Idlibê de ku gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û hêzên rejîmê herêmên girîng bi dest xistin, pêk tê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din