Êla El-Şaîtat: Berpirsê komkujiyê Tirkiye ye

Şêniyên ji êla El-Şaîtat kêliyên komkujiya ku DAIŞ’ê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê li ser xelkê êlê pêk aniye, vegotin. Di komkujiyê de zêdetirî 2 hezar kes hatin qetilkirin. Şêniyan berxwedana 26 rojan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi bîrxistin.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê herêmên Bakur û Rojhilatê dagirkiribûn, gelek komkujî li ser êlên Ereban pêk anîn. Ji nava wan êlan, êla El-Şaîtat a rojhilatê gundewarê Dêrazorê herî zêde rastî binpêkirinên DAIŞ’ê hatin. Çeteyan zêdetirî hezar û 200 kes ji êlê di nav de jin û zarok, qetil kirin. Ji aliyekî din ve zêdetirî hezar kes jî winda ne û ji roja ku hatine revandin heya roja îro tu agahî derbarê wan de nehatiye girtin.

Di 12’ê Tîrmeha 2014`an de şêniyên êla El-Şaîtat li hember êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li gundên Ebû Hemam, Keşkiye û Xiranîc sekinîn û li berxwe dan. Çeteyên DAIŞ`ê bi serkêşiya  serçeteyê bi navê Ebû Umer El-Şîşanî bi awayekî hovane êrîşî herêmê kirin. Êlê zêdetirî 26 rojan bênavber li dijî çeteyan li ber xwe da.

Kurtedîroka êla El-Şaîtat

Êla El-Şaîtat yek ji êlên Ereb ên herêmê ya herî mezin tê hesibandin û girêdayî qebîleya El-Aqîdad a rojhilat û rojavayê gundewarê Dêrazorê li ser berava Firatê. Li gorî serjimariya 2010`an hejmara şêniyên êlê zêdetirî 100 hezar kes e. Debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez peyda dikin.

Êla El-Şaîtat di destpêka Şoreşa Sûriyê de li bajarê Deraayê di 15’ê Adara 2011`an de beşdarî tevgera gelêrî bû. Bi vê yekê bûn yekemîn gundên ku ji rejîma Sûriyê ya ku pê re demek dirêj nakok bûn, rizgar bûne. Gundên El-Şaîtat ji gundên destpêkê yên ku ji bo pêşxistina rewşa jiyanî û xizmetguzarî yên herêmê banga azadiyê bi awayekî aştiyane kirine û êla El-Şaîtat di 15’ê Hezîrana 2011`an de rejîma Sûriyê ji herêmên xwe derxistin û xwe bi xwe birêve birin.

Komkujiya El-Şaîtat û nepaniyên bi êş ên di çarçoveya berxwedanê de

Komkujiya El-Şaîtat li cem şêniyên êlên El-Şaîtat bîranînek bi êş e. Dema DAIŞ derbasî Dêrazorê bû, êla El-Şaîtat êla tekane bû ku xwe radestî çeteyan nekir, li dijî wan sekînin û nehiştin ku derbasî gundên wan bibin. Bi vê yekê, piştî ku çeteyan hikumê reda ( isyan) li wan ferz kir û piştî ku şêniyên êlê hikuma çeteyan qebûl nekirin. Şerê wan bi çeteyan re di 12’ê Tîrmeha 2014`an de di roja duyemîn a Cejna Remezanê de destpê kir.

Şêniyên êla El-Şaîtat bedewtirîn destanên lehengî û şerê DAIŞ`ê nivîsîn.  Şêniyên êlê di wî şerê de zêdetirî hezar û 500 çete ku piraniya wan biyanî bûn,  kuştin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê nikarîn derbasî gundên El-Şaîtat bibin, DAIŞ`ê çeteyên biyanî yên ji Iraqê  û herêmên din ên Sûriyê, di bin navê tugeya El-Betar a lîbî de bi serkêşiya çeteyên ji Qoqazê di serî de Ebû Umer El-Şîşanî fermendarê leşkerî yê çeteyên DAIŞ`ê anîn herêmê. Ev kom şêniyên El-Şahîtat serjê kirin û xaç kirin. Bi vê yekê çeteyên DAIŞ`ê di 8’ê Tebaxa 2014`an de derbasî gundên El-Şaîtat bûn û komkujiyên xwîndar li ser şêniyan pêk anîn.  

Êla El-Şaîtat çawa tola xwe hildan

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî herêmên êla El-Şaîtat bûn, bi sedan şêniyên êlê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê yên mîna bajarê Hesekê û Qamişlo bûn. Endamên êlê beşdarî hêzên leşkerî yên herêmê bûn. Hejmarek mezin ji ciwanên êlê beşdarî akademiyên leşkerî yên li Til Birak û Tirbespiyê bûn.

Hêzên El-Şaîtat di eniyên destpêkê yên pêngava rizgarkirina başûrê gundewarê Hesekê de  cih girtin. Piştî avakirina QSD`ê hêzên El-Şaîtat yek ji hêzên çalak ên li ser erdê bûn û rolek mezin di rizgarkirina bajarê Minbic, Reqa û herî dawîn Baxozê de lîstin.

Rûspiyê êla El- Şaîtat ê ji gundê Kişkî Ebdulrezaq El- Xidir ji hovîtiya çeteyan xilas bû. Ajansa me bi El- Xidir re hevdîtinek çêkir. El- Xidir di destpêkê de şêniyên ku di komkujiyê de şehîd bûne, bi bîr anî û wiha got: “Komkujiya li ser gelê me pêk hat, ji komkujiya Spaykir a li Iraqê hovîntir e. Sûcdarên vê komkujiyê di ser sînorên Tirkiyê re derbasî herêmê bûn û li Tirkiyê hatin perwerdekirin."

El-Xidir bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kir ku dadgehek navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin û wiha got: “Ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Rêveberiya Xweser girtîne û destên wan di komkujiyê de û komkujiyên din ên li ser gelê Sûriyê de hene, werin cezakirin.”

Şêniyê bi navê Amaş Ehmed ê ji êla El-Şaîtat kû ji komkujiyê xilas bûye got: “Di radeya yekemîn de berpirsê bûyerên ku li herêmên me rû dane, Tirkiye ye. Ji ber ku Tirkiyê çeteyên DAIŞ’ê perwerde kirin û derbasî axa me kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye kû li gorî şêniyên êla El-Şaîtat hejmara ciwanên êlê yên ku beşdarî nava QSD`ê bûne zêdetirî 3 hezar û 500 şervanan e. Hejmara şehîdên wan hezar û 800 şehîd in.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din