Kyriakos Mitsotakis: Ji bilî diyalogê tu vebijêrk li pêşiya dewleta Tirk tune ne

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis careke din piştrast kir ku welatê wî serî ji şantaja dewleta Tirk re natewîne û li pêşiya dewleta Tirk ji bilî diyalogê tu vebijêrk nemane.

Li gel nakokiya di navbera dewleta Tirk û Ewropayê de, bi taybet di navbera Enqere û Yewnanistanê de piştî lihevkirina dawî bi Misirê re girêdayî diyarkirina herêma aborî li rojhilatê Deryayê Spî, Kyriakos Mitsotakis got: “Yewnanistan serî ji gefa dewleta Tirk a li dijî herêmên me yên li Deryayê Spî re natewîne.”

Mitsotakis diyar kir ku li pêşiya dewleta Tirk tu vebijêrk ji bilî diyalogê yan jî dadgeha navdewletî nemane, di nîşaneyekê de ji nakokiya li ser sînorên deryayî û xebatên lêgerîna petrol û gazê li Deryayê Spî.

Ji dema ku Enqereyê bi hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re li hev kiriye, nakokiya di navbera wê û Ewropayê de zêde bû, bi taybet li gel ku gelek dewletan dît ku ew lihevkirin ne qanûnî ye û li dijî peymanên navdewletî ye.

Li gorî hinek dîplomatên Yewnanistanê, lihevkirina di navbera Qahîre û Atînayê de, lihevkirina Wîfaq û Enqereyê betal dike.

Di nexşerêya ku wezareta Misirê roja pêncşemê (duh) ji Reutersê re şandiye, xeta diyarkirina sînorên deryayî yên di navbera Misir û Yewnanistanê de ya ku tu derfetê nahêle ku Tirkiyê bi Lîbyayê ve girê dide, diyar dibe. Vê yekê asta nakokiyên di navbera Yewnanistan û dewleta Tirk de girêdayî vedîtina jêderên enerjiyê li rojhilatê Deryayê Spî zêde kir.

(şx)


Mijarên Din