Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û destnîşan kir ku şoreş bûye sembola berxwedana gelê Kurd û hemû gelên herêmê.

Bi boneya salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li paytexta Lubnanê Beyrûtê civînek li dar xist. Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê tev li civînê bûn.

Di civînê de bi navê Kongreya Star û PYD`ê Şervîn Cûdî û Netewî Xemgîn axivîn û salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelan, rêber Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir.

Di axaftinan de hate gotin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa jin û ciwanan e, şoreşê berhemên xwe ji berxwedana girtîgeha Amedê û berxwedana şehîd Sara ku koletî û zilma dewleta Tirk qebûl nekir, girt û îro jî meşaleya têkoşîn û berxwedanê ye.

Paşê bi navê Kongreya Star daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Menar Şiwêş ve hat xwendin. Di daxuyanî de wiha hate gotin:

"Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûye sembola berxwedana gelê Kurd û hemû gelên herêmê. Di vê şoreşê de ku bi şoreşa jinan tê naskirin, diyar bû ku gelên Sûriyê bi taybet gelê Kurd, ji ber siyaseta paşguhkirin û binpêkirina nasnameyê gelek zehmetî dîtin.

Bi destpêkirina şoreşa gelan li Tûnisê re hîmê destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava hat danîn. Bû bersiva siyasetên helandinê. Gelê Kurd ê azadîxwaz projeya wî ya demokratîk hebû da ku mafên xwe ji nû ve bi dest bixe.

Şoreşa rûmetê dest pê kir û bû navenda ku hemû gel berê xwe didinê. Em Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû mirovahiyê pîroz dikin."

bx

ANHA


Mijarên Din