Kurdistaniyên li Almanyayê xwepêşandanek ji bo salvegera 6’an a komkujiya Şengalê li dar xist

Bi sedan kurdistaniyên li bajarê Hamburg ê Almanyayê bi boneya salvegera 6’an a komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de pêk aniye, xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan kurdistaniyên li Almanyayê bi boneya salvegera komkujiya 6’an a ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kurdên êzidî li Şengalê pêk aniye, li Hamburgê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên "Bêdengiya navneteweyî der barê qirkirina êzidiyên li Şengalê de şermezar dikin" hilgirt.

Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina sûcên li dijî gelê Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê delweta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê berz kirin.

Sibe salvegera 6’an a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî sivîlên li Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk aniye û komkujya 74’an a li dijî êzidiyan e kiu wek ‘Fermana 74’an’ tê nasîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din