Kremlîn: Her sê hevpeyman li Sûriyê meha bê li Tirkiyê dicivin

Kremlînê ragihand ku her sê aliyên hevpeymanê li Sûriyê; Rûsya, Tirkiye û Îran dê meha bê li Tirkiyê kom bibin.

Berdevkê fermî yê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov îro got her sê aliyên di aloziya Sûriyê de destwerdan kirine; Rûsya, Tirkiyê û Îran, dê meha bê li Tirkiyê bicivin.

Peskov îşaret bi komîteya destûrî ku heta niha nehatiye avakirin, kir û wiha anî ziman: “Tevî ku hindik ma xebat bi dawî bibe, lê di rastiya xwe de gavek ji avakirina komîteya destûrî re maye.”

Tê zanîn ku Rûsya, Tirkiye û Îranê di aloziya Sûriyê de xwedî roleke aktîf in, Rûsya û Îran destekê didine rejîma Sûriyê, di heman demê de jî Tirkiye destekê dide komên çeteyan ên wekî Heyet Tehrîr El-Şam.

Gera dawîn a sêalî ya navbera serokên her sê aliyên destwerdan di aloziya Sûriyê de kirin û nave (garantor) li xwe kirine di nîveka Sibatê de hate pêkanîn.

(eh)


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn