KPC-D: Bi saya zimanê dayikê parastina çand û dîrokê tê kirin

KPC-D’yê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku belavbûna zimanê dayikê têkoşîna parastina hevgirtina civakê û têkbirina berjewendiyên hêzên mêtinger e.

ŞEHBA

Bi dehan mamosteyên KPC-D li dibistanana navçeya Til Rifetê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin.

Endama rêveber a KPC-D’ê ya kantona Efrîn Şîla Ala daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li tevahî cîhanê, gelên aştîxwaz û azadîxwaz, mamoste û karkerên pêşxistina ziman pîroz dikin.

Ziman berdewama mirovahî, metoda bingehîn a axaftinê û amûra têgihîştina di navbera ferdên civakê de ye.

Bi saya zimanê dayikê parastina çand, dîroka gelan, parastina mîrasê tê kirin. Ji lew re divê mirov parastina zimanê xwe ji windabûn û qirkirinê bike, bi taybet gelê Kurd ê ku zimanê xwe paşguh kiriye.”

Li dawiyê KPC-D’ê bang kir ku fêrî zimanê dayikê bibin û saziyên cîhanê der barê piştevaniya mafê fêrbûna zimanê dayikê de hişyar bikin.

HELEB

Girêdayî heman mijarê, KPC-D’ê ya bejarê Helebê daxuyaniyek daxuyaniyek weşand û îşaret bi girîngiya zimanê dayikê ya li hember hemleyên qirkirina etnîk kir.

Endama rêveber a Dibistana Entiwan Eswed; Gulîzar Elî daxuyanî li pêş Dibistana Aya Qasim a li beşa Rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya zimanan hat kirin ku têkiliya di navbera gelan de ye û ji binyadên pêkanîna şaristanî û berxwedana wê bi derbasbûna serdeman re ye. Her wiha sîstemên destpot dîrok û çanda gelan bi rêya asîmîlekirina nasnameyê ku têkiliyên zimanê dayikê lawaz dike, hedef digirin ku ji binyadên girîng ên civakan in ku pê tên nasîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zimanê dayikê têkoşîna parastina li ser hevgirtina civakê û têkbirina berjewendiyên hêzên mêtinger e û mîsogerkriina li ser xebata pêşdeçûna rewşa perwerdeyê ber bi pêşerojeke baş ve ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din