Kovareke fransî: Di navbera Qeys Seîd û Raşîd Xenoşî de şerekî sar heye

Raporeke kovara ‘Jeune Afrique’ têkiliya di navbera serokê Tunisî Qeys Seîd û serokê parlamantoyê Raşîd Xenoşî de bi "şerê sar" wesif kir.

Tora Erebiyê parve kir ku kovara fransî Jeune Afrique diyar kir serokê Tunisê Qeys Seîd ji bo ku li dijî kiryarên Xenoşî bisekine bi erkdariyên xwe ve girêdayî ye.

Kovarê bal kişand ser ku fermandarekî nêzî Xenoşî serokê Tunisê rexne kir û ev jî asta nakokiyên di navbera her du aliyan de diyar dike.

Raporê destnîşan kir ku tevgera Nehda ya ku Xenoşî bi rê ve dibe, ji girîngiya Qeys Seîd kêm dike û texmîn nake ku Qeys Seîd di hilbijartinan de bi ser bikeve. Lê beriya niha Xenoşî da zanîn ku devera herî girîng ji rûbirûbûna bi serokê Tunisê re serokatiya parlamentoyê ye.

Raporê, Xenoşî wek serokê dewleteke din tev digere, ne wekî serokê parlamtoyê, wesif kir û ji ber vê yekê Qeys Seîd piştrast kir ku tenê serokekî Tunisê heye.

(eh)


Mijarên Din