Koronavîrus... stratejiya dewletan guherî û di serî de li hikumetên Ewropayê xist

Belavbûna Koronavîrusa nû (Covid-19) li cîhanê dewam dike û ji bo pêşîlêgirtina şewbê kedên mezin ji aliyê dewletan ve tên dayîn. Koronavîrusê her wiha stratejiya leşkerî ya dewletan û nemaze ya hikumetên Ewropayê guherand.

Li gorî daneyên dawîn, heta niha li seranserê cîhanê 475 hezar û 170 kes bi Koronavîrusê ketine, 21 hezar û 358 kesan jiyana xwe ji dest daye û 114 hezar û 787 kes jî ji nexweşiyê rihet bûne.

Li Almanyayê 36 hezar û 508 rewşên nexweşiyê hene û 198 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Çînê roja pêncşemê tu rewşên nexweşiyê nehatin tespîtkirin lê belê rêxistinên tenduristiyê 67 rewşên din ên nexweşiyê ku ji derve hatine, belge kirin.

Li Amerîkayê li gorî daneyên Zanîngeha Hopkinsê ku çarşemê belav kiribûn, heta niha ji ber nexweşiya Koronavîrusê hezar û 31 kesî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li welêt 68 hezar û 572 rewşên nexweşiyê hatin qeydkirin.

Li Hindistanê jî hejmara nexwşan rabû 649 kesan û 13 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li Koreya Başûr 104 rewşên nû yên nexweşiyê hatin dîtin ku bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan dibe 9 hezar û 241.

Her wiha polîsên Fransayê ragihand ku yekemîn rewşên mirina ji ber vîrusê di nava refên wan de, pêk hatiye.

Li Kiwêtê jî Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de, 13 kesên din bi vîrusê ketine û 6 kes jî ji vîrusê rihet bûne. Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku ji vîrusê rihet bûne, radibe 49`an.

Li Îsraîlê hejmara nexweşên vîrusê gihîşt 2 hezar û 495`an.

Li Difa El-Xerbiye ya Filistînê hejmara nexweşên Koronavîrusê gihîşt 83`an, piştî ku 15 nexweşên din li gundê Bedo yê rojavayê Ramellahê hatin dîtin.

Îranê jî ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihîştiye 2 hezar û 234`an, her wiha 29 hezar û 406 kes nexweş in.

Spanya dewleta duyemîn li cîhanê bû ku hejmara zêde ya welatiyên wê ji ber Koronvîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Kongrya Amerîkayê bi giştî li ser projeyeke qanûnê ya bi 2 milyar dolar ji bo pêşîlêgirtina kerasetê, erê kir.

Serokên dewletên G20`an pêncşemê bi rêya înternêtê lûtkeyeke awarte der barê aloziyê de li dar dixin da ku pêşî li ketina aboriya cîhanî ya ji ber Koronavîrusê bigirin.  Ev yek piştî rexneyên li ser derengiya kontrolkirina aloziyê li wan hatin kirin, pêk hat.

Ji ber belavbûna Koronavîrusê li Iraqê, Serokatiya Erkana Fransayê çarşemê ragihand ku Parîsê biryara vekişandina leşkerên xwe yên li Iraqê beşdarî perwerdeyê bûbûn, daye.

Parlamenterên Kosovayê ji bo rakirina serokwezîr Albin Kurti, deng dan. Bi vê yekê hikumeta wî dibe yekem hikûmeta Ewropayê ku ji ber "şêwazê dan û standina bi belavbûna Koronavîrusê re" ji peywirê xistin.

Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres çarşemê ragihand ku Koronavîrusa nû (Covid-19) gefê li tevahî mirovahiyê dixwe.  Guterres  got “planeke bersivdayîna mirovî ya cîhanê" ku dê heta 1`ê Kanûnê dewam bike, hemwextî hemleyeke fînansekirina xebatên li dijî Koronavîrusê ya bi 2 milyar dolarî, da destpêkirin.

(cx-bx)

ANHA


Mijarên Din