​​​​​​​Koronavîrus li Filistîn û Îsraîlê zêdetir belav bûye

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku 236 kesên din bi vîrusê ketine û hejmara giştî dibe 9 hezar û 755 û ya kesên jiyana xwe ji dest daye jî 79 e.

Îro Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Nabilisê û Xelîl ên Difa El-Xerbiyê 2 haletên nû yên vîrusê tomar kirin. Wezaretê diyar kir ku li Filistînê 263 kes bi vîrusê ketine ji wan 44 kes baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî da zanîn ku ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) gelek kes bûne qurbanî. Wezaretê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di saetên dawîn de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû, niha jî 79 kes mirine, li gel vê yekê 9 hezar û 755 kes jî bi vîrusê ketine. Wezaretê diyar kir ku 8 hezar û 476 kes baş bûne li karantîna û otêlan têne dermankirin, ji wan 171 kes rewşa wan ne baş e, 165 kes jî rewşa wan xeternak e û 119 kes jî li ser menfesê ne.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ 2 MASÎGIR BIRÎNDAR KIRIN

Li milekî din nûçegihanê ANHA’yê ji Xezayê ragihand ku leşkerên Îsraîlê yên deryayî dema 2 masîgiran karê xwe li deryaya bakur a Xezayê dikir, gule berdan ser wan û birîndar bûn.

Çavkaniyên Filistînê diyar kir ku artêşa Îsraîlê gule li masîgiran reşandine.

eh

ANHA 


Mijarên Din