Koronavîrus li Amerîkaya Latin belav dibe

Vîrusa korona ya nû (Covid-19) hêj berbelav e û Amerîkaya Latîn di cîhanê de bû navenda pandemiyê ya nû. Hejmara kesên bi vîrusê ketine li Brazîlê, ji hejmara li Rûsyayê zêdetir bû. WHO’yê bal kişand ser rewşa xeternak.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku heta niha hejmara kesên li cîhanê bi Koronavîrusê ketine, gihaştiye 5 milyon û 308 hezarî, 2 milyon û 160 hezar kes baş bûne û 340 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Dewletên cîhanê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê sivik kirin, lê li hin dewletên Amerîkaya Latîn hejmara kesên bi vîrusê ketin. Li gel vê yekê bandora Koronavîrusê li qada aboriyê jî heye.

Hejmara kesên li Brazîlê bi Koronavîrusê ketine, gihaşt 330 hezar û 890 kesan û di nava 24 saetan de hezar kesî jiyana xwe ji dest da, di heman demê de Wezareta Tenduristiyê ya Brazîlê ragihand ku hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine, gihaşt 21 hezar û 48 kesan.

(eh)


Mijarên Din