Koronavîrus… hejmara nexweş û miriyan bilind dibe

Bi rakirina tedbîrên Koronavîrusê (Covid-19) re li gelek dewletên cîhanê hejmara haletên vîrusê bilind bûye. Saziyên tenduristiyê yên navneteweyî banga têkoşîna li dijî vîrusê dikin.

Li gorî daneyên dawîn heta niha hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 4 milyon û 354 hezarî, hejmara miriyan jî gihaştiye 293 hezarî û milyonek û 609 hezar kes jî baş bûne.

Di demekê de ku hejmara haletên Koronavîrusê li seranserê Çînê kêm bûbû, hîn jî li bajarê Ceylîn ê bakurê rojhilatê welat hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde dibe.

Desthilata Çînê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê tedbîrên nû girtin, ji wan qedexeya çûyîna kantona Ceylînê ye, ji ber roja sêşemê 6 haletên nû hatin tomarkirin û metirsî heye ku Ceylîn jî wekî Wuhanê lê were.

Cîgira Şaredariya Ceylînê Jai Dongping diyar kir ku rewş tevlihev e û metirsiya belavbûnê heye.

DYA`yê hîn jî zehmetiya vê afatê dikişîne û di 24 saetên dawîn de hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest da. Di vê derbarê de Zanîngeha Johns Hopkins parve kir ku li welat 82 hezar û 246 kesan jiyana xwe ji dest daye û milyonek û 367 hezar û 927 kes jî bi vîrusê ketine.

eh


Mijarên Din