Koronavîrûs pergala global dihejîne!

Ji destpêka derketina Koronavîrûsê ve, gelek analîz girêdayî pêşeroja pergala global a kapîtalîzmê û rewşa gelên cîhanê re derketin pêş. Hemû analîzên ku derketin li ser vê yekê li hev dikin; pergala cîhanî piştî Koronavîrûsê dê ne mîna berê be.

Li gorî wesifandina şîrovekarên siyasî pirsgirêka Koronavîrûsê pergala cîhanî gihandiye ber tehlukeyê. Ew di ezmûnekî re derbas dibe û bi awayekî binkeftî pê re da û stand. Ev binkeftin bi şerekî bi navê “Şerê maskan” derket û gelek dewletên rojavayî hevdû tewanbar kirin. Ji ber ku hinek dewletan miqdarên maskên tendursitî û pêdiviyên ku pêwîst bû derbasî dewletên din bibin, deste ser kirin.

ŞERÊ MASKAN DI NAVBERA HEVALBENDAN DE

Kanala BFMTV a Fransayê li ser zimanê rayedarên fransî got: "Komeke amerîkî ku ji bo berjewendiyên hikumeta Amerîka dixebite, bihayek bi sê caran ji bihaya ku Fransa pêşkêş kiribû, xwest. Da ku miqara maskên ku wê ji Şingahayî ji Parîsê re bihata şandin, desteser bike."

Di demek berê de rojnameya Guardian a brîtanî got: "Desthilatên Almanya Washington tewanbar kir ku 200 hezar mask dema ji Çînê ji Berlînê re dihatin şandin desteser kirine. Mask li balafirgehekê li Taylendayê hatin desteserkirin û piştre bera wê ber bi Washingtonê ve hate guhertin."

Wezîrê hundirîn ê eyalata Berlînê Andreas Giselle li ser mijarê got: "Tiştê rû daye rûyek ji rûyên çetegeriya nû ye. Ev ne rêbaza danûstandina bi şirîkên di  NATO`yê de ye. Reftariya Amerîka hovane ye. "

Wezîrê Tenduristiyê yê Birazîlê Louise Henrique Mandita got: "Piştî ku DYA`yê mezintirîn balafirên raguhastinê yên taybet şandin Çînê da ku madeyên raguhezînin, hewldana herêma Birazîliya ya ji bo kirîna lepik û mask ji Çînê bi binket."

Bandorên vî şerî gihaştin Kanadayê jî. Rêveberiya Amerîkayê li ser şirketa M3 a ku mask û amûrên bêhnvedanê çêdike ferz kir ku hinartinê rawestîne. Tenê ji bo herêmê maskeyan hilberîne. Ev şirket, şîrketa herî mezine ku maskeyan dişîne herêma Kanada û Amerîkayê.

 Gumirka Tirkiyê jî balafirek ku amûrên bêhnvedanê ji Çînê radiguhêzîne Spanya li cem xwe girt û amûrên ku pêwîstiya Spaniya bi lez pê hebûn desteser kir.

Girêdayî heman mijarê wezareta derve ya Spanya desthilatên Tirkiyê bi desteserkirina balafira ku 162 amûrên bêhndanê (tenefûs), tewanbar kir. Li gorî ku Kanala El-Erebiye roja Şemî ragihandiye, wezîra derve ya Spanya Gonzales Laia got: “Hikumeta Tirkiyê miqdarek madeyên tendursitiyê ku ji Çînê kirîne û di rêya Spanya de bû, li Enqereyê girtiye.”

PERGALA KAPÎTAMLÎZMÊ SAZIYÊN TENDURISTIYÊ WEK DERIYÊ QEZENCÊ DIBÎNE

Ji destpêka belavbûna Korona li cîhanê, di asoyan de taybetmendiyên pergala kapîtalîzmê ya cîhanî diyar bûn. Mînak Amerîka weke  serkêşê pergala cîhanî ya kapîtalîzmê tê hesibandin, saziyên tenduristiyê weke deriyê qezencê dibîne. Lewra xizan ji eleqedariya tenduristî bê par mane. Ew jî rûyê qirêj ê pergala kampîtalîzmê derxist holê.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Şaristaniya Kapîtalîzmê" de dibêje: “Teknîkên zanist û hilberandinê berê bi awayekî cihê her yek di cihoka xwe de diherikî, pêş diket. Bi şoreşa pîşesaziyê re cara pêşî dest dan hevdu. Zanist êdî ne armanc bû, ketibû rewşa amûrekî. Kengî zanist kirin amûr hingî bi awayekî ciddî ketin û serberjêrçûna civakê jî pêre dest pê kir."

Her wiha dibêje, wexta ku kar li ser îndustriyalîzmê tê ferzkirin her tişt ji rê derdikeve.

Di parêznameya  "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk " de  jî dibêje: “Kapîtalîzmê pêşketinên teknîkî bi awayekî bê sînor xist xizmeta meylên qezenciya herî mezin. Çawa meyla qezenkirina herî mezin rêxistina dewleta mîna netew dewletê bi rêxistin kir ku wesîleya herî mezin a desthilatdarî ye. Di heman demê de qada  qezenciya herî mezin armanc dike.”

KORONA PERGALA KAPÎTALÎZMÊ TAZÎ DIKE Û RASTIYAN EŞKERE DIKE

Bi belavbûna Koronavîrûsê li cîhanê, Çîn bi temamî di bin aloziyê de mabû. Nedikarîkontrol bike. Lê Pekînê di demek kurt de ne bi hêzên xwe yên aborî û semyana xwe, bi rêya zanabûna civakî belavbûna vîrûsê bi awayekî piratîk kontrol kir. Di  dawiyê de Pekîn biser ket.

Li aliyê din dewletên rojavayî di serî de Spanya, Îtalya piştre Amerîka di bin de man. Asta zaîfbûna pergalên tenduristiyê û xizmetguzariyê yên dewletên xwedî mezintirîn aboriyên cîhanê û yên ku li ser texta kapîtalîzmê runiştine, eşkere bû.

Têkildarî mijarê nivîskarê filistînî Mihemed Ebû Mihadî ji ANHA`yê re axivî û got: “Koronayê gelek rastî eşkere kirin. Di nav de hikumetan nikarîn nexweşan pêşwazî bikin. Amûr û madeyên tenduristiyê tune bûn û amadekarî li dijî vê kerasetê nehatibûn kirin. Siyasetên li dijî pandemiyê hatine meşandin bibin ketin û mirov bi pergala parastinê ya xwe bi pandemiyê rû bi rû ma.

Ebû Mihadî diyar kir ku ji bo pergalê vejandina aboriyê ji jiyana mirovan giringtir e û  got: “Me ev tişt di rêze kiryarên beriya Korona de dîtin. Germbûna cîhanî, guhertina rewşa hewayê, şeran, xizantî, talankirina karînên gelan ji bo şirketên petrol û çekan şahidên vê yekê ne û ne hemû ne.”

Ebû Mihadî wiha domand: “Hovîtiya pergala kampîtalzîmê li dijî mirovahiyê û gelên zaîf wê zêde bibe. Ji bo ku xisarên xwe dabîn bike. Ev pergala ne adil wê derbasî qonaxek hovtir bibe.”

Nivîskarê filistînî Nasir Şebet ji ANHA`yê re got: “Aloziyê xwezaya pergala kapîtalîzmê ya ku li ser bingeha talankirina gelan, kontrolkirina wesîleyên hilberînê û berjewendiya ezeztî ava bûye, tazî kir. Pergala kapîtalîzmê berovajî pergala komunîst berjewendiya xwe li ser hesabê berjewendiyên gelan pêş dike û di ser re dibîne. Pergala cîhanî ya ku li ser bingeha projeyên taybet ku armanc dikin qezencê tenê ji çînekê re zêde bikin, rastî ezmûnek rastîn hat û nuqteyên zaîfbûna wî tazî kirin.”

Şebet wiha domand: “Mîna dema Trump hate hilbijartin, Trump dît ku gelek dewlet ji pergala hilberînê ya Amerîka zêdetir pêş dikevin. Di nav de Çîn, Rûsya û Ewropa. Ji ber wê di çarçoveya xurtkirina desthilatdariya xwe li ser pergalên cîhanî de, Amerîka carekê derbasbûna kelûpelan ji Kanada qedexe kir. Carek din şerek bazirganî bi Çînê re afirand. Ne ji mêj ve astengî danîn ser sînorên wê bi Meksîkoyê re. Turmp ji vê gavê armanc dikire, semyana Amerîka xurt bike. Trump bi xwe beşek ji vê semyanê ye. Ji ber ku beşekê ji vê pergalê ye, biryarên tekekesî didan.”

Şebet destnîşan kir ku çetegerîkirina mask û madeyên tenduristiyê piştî ku li Amerîka aloziyek rastîn çêbû, diyar kir ku pergala kapîtalzîmê bêçare ye. Pergalek aloz e  û hêzê bikar tîne da ku armancên xwe pêk bîne. Her wiha cudahiya dijwar di navber mizaxtkirina mezin li ser warên leşkerî û borî de li beramberî mizaxtkirina di warên xizmetguzarî û giştî de diyar kir.

Şebet wiha berdewam kir: “Pergala cîhanî ya heyî, ne ji hêla pergalek bi nirx ve tê birêvebirin. Ji ber wê em dibînin ku xizan û gelên xizan fatûreya vê aloziya ku pergala cîhanî wan xistiye nav didin. Mirov dikare cudahiyê ferq bike, gelên mîna gelê Filistînê li Xezayê ya ku hejmara wî 2 milyon kes derbas dike, amûrên tenefûs li ser destan dijmêre. Ew jî ji bo vê aloziyê pêwîst in. Li beramberî wê li cem dewletan bi qasî asta belabûna vîrûsê bi hezaran mîna van amûran hene. Lê ew xwedî semyanek mezin e ku dikare pê tevger bike da ku belavbûna vîrûsê kontrol bike. Ji aliyekî din ve gelên xizan, li hember bayê maye û bê karînên tenduristiyê rûniştiye. Di mînakek diyar de ku li cem pergala cîhanî pere girîng e ne mirov.”

Şebet di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku ev alozî pergala cîhanî li pêşberî rastiyek dijwar danî. Ew jî; hêz ji projeyên xizmetguzarî, civakî û tenduristî destpê dike, ne ji hêza çek. Mînaka wê jî xizanên li Amerîkayê. Derman nabînin û tu nexweşxane wan pêşwazî nake, ji ber ku pere bi wan re tune ye. Rewşa li Ewropayê jî wisa ye.

Şebet wiha pê de çû: “Koronavîrûs, zemînek ji bo pêvajoyek nû û guhertina pergala cîhanî amade kir. Di vê pêvajoyê de wê gel ji bingeha asta projeyên xizmetguzarî û tenduristî cureya pergala cîhanî diyar bike.”

TU DERFET NÎN E KU MODERNÎTEYA KAPÎTALÎZMÊ PÊŞ BIKEVE, GUHERTIN WÊ JI ROJHILATA NAVÎN DESTPÊ BIKE

Stratejiya ku li ser pêkanîna qezenca herî mezin ava dibe,  DYA û dewletên Ewropa yên ku di bin kontrola pergala kapîtalîzmê ne, kir aloziyek rastîn. Lê di vir de pirsek xwe dide pêş: Gelo ev aloziya ku stûnên pergala navneteweyî hejandiye çi ye? Gelo wê pergalek nû biwelide?

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka Parastina Gelekî de behsa derfeta pêşketina modernîteya kapîtalîzmê dike û dibêje: "Ji ber ku sîstema dawî ya tehekumkar e, kapîtalîzm cihê wê di dîrokê de heye. Sîstema ku ji civaka hiyarerşîk çaviyên wê xetimîbûn, ji atmosfera azadiyê ya Ronesansê rê li ber vekir sûd wergirt, bû hêza sereke û pê re hemû potansiyel jî derket holê. Hem ji aliyê şêwe û hem jî ji aliyê naverokê ve zêde şensê wê ya pêşketinê xuya nake. Ti devera civak û xwezayê nemaye ku bi kar neaniye. Yên hatine kirin jî ji hejmaran wêdetir tiştek nînin. Balkêş e civak çawa xwe li ewqas pêlîstinê dikare rabigire, xuya ye. Şîdeta karîbû atomê biteqîne pêk tê. Ti sîstem ev çend bi şîdet û şer di zikhev de nebû ye. Civak û ferd mîna li hespê rodeo suwar bûbin, tevdigerin. Pêşketin nîne, tenê ketin û rabûn heye. Wexta şert û mercên civaka serdest a heyî li dawiyê neyên hîştin, pêşî li lêgerînên nû, hevî, ber xwe dîtin û qabîliyetên ferd jî tê girtin. Welatîbûna dewletê ya sîstemê ji aliyê mana û avabûnê ve di pêvajoya jihevketinê de ye. Ji aliyê şêweyê ve, ji bo kapîtalîzma bi pêşengiya DYE li dawiyê were hîştin, li vê dunya me, ne erd û ne jî civakên nû nemane. Ji ber texrîbatên mezin ên sîstemê, Ewrûpa di pêvajoya rexne lixwegirtinê de ye. Hewce ye heta dawiyê jî wisa biçe. Ji bo Emerîka Latînî jî bibe duyemîn DYE, ne şertên civakî û ne jî yên dîrokî hene. Çarenûsa wan heta dawiyê bi Emerîkayê ve girêdayî ye. Efrîka hê ji dawiyê di heman rewşê de ye. Peravên rojava yên okyanûsê, Çîn û Japonya herî zêde dikarin ji bo dewama sîstemê alîkariya DYE bikin. Ji bo kapîtalîzmeke nû ya afirîner, ne îddîa û ne jî derfet hene. Tenê dikarin baş bi cih bînin. Rûsya, Sowyetê, stratejîkî têkçûn qebûl kiriye û pêşketin bi alîkariyên DYE wek polîtîka pejirandiye. Li dawiyê Rojhilata Navîn a bi bela dimîne. Xweber nîne, Rojhilata Navîn ji aliyê çandî û cografik ve bûye bela serê sîstemê. Hucre û şaneyên kok ên civakê li vê derê ne. Koka kesên şaristanî dane destpêkirin û dewamkirin li vê derê ne. Îlah hemû li vir in. Dûr nêz kurê li mala bavo vegere, hesabên malê wê ji nû ve werin kirin. Ev rola li gorî mîsyona DYE êdî bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ketiye qonaxa bi cihanînê. Têkilî û nakokiyên ku wê her biçin zêde bibin, wê diyar bikin ka ji kaosê wê çi derbikeve. Ji niha ve ya mirov dikare bibêje ev e; bi bûyerên li Rojhilata Navîn wê sîstemê ji dawiyê ve ji hev bibe. Ji wê ya girîng ew e ku ji hevbûn çareseriyeke rast e. Nuqteyên nakokiyê lê bişkên, ew qadin ku kaosê herî zêde li wir bibe. Ev qad bi piranî ji bo nûbûnê, rola dergûşê û malzarokiyê dilîzin. Gelo şaristaniya berê ya li ser bermahiyên perestgehên rahîbên Sumeran welidîbû, vê carê qebra wê tê amadekirin?"

(şx)

ANHA


Mijarên Din