Kordînatorê Koma Çavdêriya Terorê: 10 hezar terorîst li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de hene

Kordînatorê piştgiriya analîzvan û çavdêriya cezayan li ser çeteyên DAIŞ`ê Edmond Vuitton Brown ragihand ku li herêma Idlibê zêdetirî 10 hezar terorîstên ji komên cuda hene û destnîşan kir ku ev herêm, herêma ewle ji DAIŞ`ê re ye.

Li gorî Brown, tîma çavdêriyê ya girêdayî NY`ê texmîn dike ku li herêma Idlibê zêdetirî 10 hezar terorîst heye.

Vuitton Brown ji ajansa Spûtnîkê ya Rûsyayê re wiha got: "Me got ku Heras El-Dîn a girêdayî El-Qayîdê 2 hezar terorîst in. Ez hejmara rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li vê herêmê nizanim, lê texmîn dikim ku amadekariyên wan li vê herêmê pir in.  Ji ber ku mal û cihên ewle ên fermandarên wan li vir hene.  Ji ber vê yekê hejmara DAIŞ`ê li Idlibê texmîn nakim. "

Vuitton Brown wiha domand: "Li Iraqê û Sûriyê hejmareke mezin ji terorîstên biyanî ji ya berê zêdetir ku dihat zanîn,derket. Hejmar ji 40 hezar çekdar derbas kiriye. Em li gorî agahiyên dewletên endam tevî hejmara kuştiyên wan, hewl didin hejmarê diyar bikin... em piştrast dikin ku ku hejmara kesên ku hatine rizgarkirin zêdetirî nîvê(40 hezarî ye) anku zêdeyî 20 hezarî ye û li gorî hin raporan jî ku hejmara wê zêdeyî 25 hezar e."

Idlib di bin kontrola Tirkiyê û komên wê yên çete de ye. Li Idlibê 12 nuqteyên dewleta Tirk a dagirker bi navên "Nuqteyên çavdêriyê" hene û ew jî li gorî hevpeymana Rûsya, Tirkiyê û Îranê ku navê "Dewletên garantor" li xwe kiriye.

(jo)


Mijarên Din