Koordînatorê bendava Firatê: Tu guhertin di miqdara ava Firatê de çênebûye

Koodînatorê bendava Firatê Rişdî Remezan diyar kir ku miqdara ava Firatê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê berdan ji destpêka 2021`ê ve nehatiye guhertin û di saniyê de kêmî 200 metrekab e.

Koodînatorê Bendava Firatê yê Tebqayê Rişdî Remezan diyar kir ku ji dema ku dewleta Tirk a dagirker 27`ê Çileya îsal rêjeya avê kêm kiriye, tu guhertin di miqdara ava Firatê de ku derbasî xaka Sûriyê dibe çênebûye.

Ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirkir zêdetirî nîvê miqdara avê ya li gorî peymana 1987`an a di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê û Iraqê de pêk hatiye, li ser zêdetirî 7 milyon welatiyên Sûriyê û Iraqê qut kiriye.

Remezan destnîşan kir ku piştî rêjeya avê kêmî nêvî bû, niha rêjeya sereke ya bendavê tê bikaranîn, her wiha ji 4 torbînan niha tenê torbînek ji bo dayîna kehrebê tê xebitandin.

Remezan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber kêmbûna ava ku tê berdan, pisgirêk zêde bûne, di heman demê de av qirêj bûye û  zarok jî jehrî dibin. Li aliyekî din saetên kehrebê yên ku me dida welatiyan kêm bûn û bandor li çandiniya avî ya havînê hate kirin."

Li gorî peymana 1987`an  para Sûriyê ya ava Firatê di saniyê de 500 metrekab e û para Iraqê jî ji sedî 60 e, lê niha di saniyê de tenê 200 metrekab tê berdan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din