Koordînasyonên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna salane ya duyemîn li dar xist

Koordînasyonên Jinan ên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya duyemîn a 2020’an li dar xist, tê de xebatên par hatin nirxandin û planên 2021’an danîn. Ji civînê gelek pêşniyar û projeyên taybet bi jinan û erêkirina wan derketin.

Civînê li Reqayê li dar ket, di civînê de hevserokên deste, nivîsgehên Rêveberiya Xweser, hevserokên 7 Rêveberên Xweser û Sivîl, nûnerên ji Kongreya Star, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û cîgira Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mela Îbrahîm amade bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzigirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid bendên civînê xwendin. Piştre Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed  li ser rewşa siyasî ya ku herêm tê re derbas dibe, axivî û destnîşan kir ku di sala derbasbûyî de azar û êşên gelê Sûriyê ji tevahî aliyên siyasîû aborî û civakî de bi taybet jinan, zêde bûn. Îlham Ehmed da zanîn ku bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya aştiyê pêkan e û wiha got: "Digel Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, em di merheleyeke veguhêz re dijîn, nîşaneya vê yekê derbasbûna 10 salan di ser krêzî re ye."

Piştî axaftinan, rewşa jinan di sala derbasbûyî de û astengiya li pêşberî wan hatin nirxandin. Bi taybet sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî.

Beşdarên civînê, eşkere kir ku jin di tevahî saziyan de pêşeng e û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi aliyê leşkerî, çi rêveberî, çi siyasî di rêya tevlêbûna li kongreyên navneteweyî de, xwe sepand.

Di dawiya civînê de têkildarî xebata jinan gelek proje hatin erêkirin ku îsal werin pêkanîn; ji van projeyan:

-  Li gorî pêşniyara Desteya Jinan Koodînasyona Jinan ji aliyê Meclisa Giştî ve  were rewakirin.

- Bi armanca piştgiriya jinan, ji aliyê aborî ve projeyên mizextkariyê werin kirin.

-Bi çavdêriya jinan akademiyeke pîşesaziyê were vekirin.

-Li gorî şert û mercan, Mala Parastina Jinan were vekirin.

-Divê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayîngeh û baxçeyên zarokan werin vekirin.

-Ji dayik û hevjînên şehîdan re konferans werin lidarxistin.

-Zêdekirina hemleyên zanistê, perwerdeyên amadekirin û fêrkirinê.

-Sûcên li herêmên dagirkirî werin belgekirin.

-Ji bo zarokên temenbiçûk  cihekî taybet were peydakirin.

-Têkoşîna li dijî parsekirin û xebitandina zarokan.

-Divê akademiyên amadekirina endamên rêveber ên taybet bi jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin vekirin, da ku jin xebata rêveberî bi pisportiyeke rast pêk bîne.

-Ji hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rêzecivîn werin lidarxistin, da ku bi rihê berpisyariyê bihesin û ev yek jî bibe ajoyek ku hîn zêdetir kar û xebata xwe di hundirên saziyan de bidin meşandin.

(fr-eh)

ANHA


Mijarên Din