Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser biryarên nû dan

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya mehane de gelek biryarên girîng dan. Her wiha jinan sûcên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî jinên Efrînê pêk tînin, şermezar kirin.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li dar xist. Di civînê de xebatên du mehan, bi taybet yên di dema qedexeya derketina derve de, hatin nirxandin.

Civîn li navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid, hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo, hevserokên deste û buroyên Rêveberiya Xweser tev li civînê bûn.

Di civînê de xebatên ku di dema qedexeya derketina derve de bi tevlêbûna jinan di aliyên tenduristî, xizmetguzarî û ewlehî de, hatin nîqaşkirin. Her wiha zehmetî û astengiyên ku rastî jinan tên, hatin nîqaşkirin. Gelek pêşniyar ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hatin gotin. Di civînê de zagonên girêdayî jin hatin şîrovekirin û nîqaşkirin.

Di civînê de bal kişandin ser diyardeya xwekuştinê li herêmên Rêveberiya Xweser, bi awayekî berfireh hat nîqaşkirin û ji bo pêşîgirtina li vê diyardeya dê hemleyên zanistî werin zêdekirin.

Jinan gelek pêşniyar ji bo avakirina navendên parastina jinan di nava Rêveberiya Xweser û her heft rêveberiyên sivîl de kir, her wiha biryara fermî ji bo vê yekê dê di nava çend rojên  pêş de were ragihandin.

Koordînasyonê di civînê de bûyera revandina jinên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir. Ji bo vê yekê koordînasyonê biryar da ku dest bi hemleyên şermezarkirinê bikin.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din