Kooperatîfên sewalkariyê piştgiriya aboriya jinan dikin

Jinên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê li gundên xwe pez xwedî dikin û tev li kooperatîfên taybet ên sewalkarî bûn û pê debara xwe ya rojane dikin.

Kooperatîfa Bêrîvan a Sewalkariyê 2018`an li gundê Cewheriyê yê navçeya Amûdê yê kantona Qamişloyê û bi hevkariya 5 jinan hate vekirin, her jinekê bi 250 hezar lîreyên Sûriyê beşdarî kooperatîfê bûn,  kooperatîfa hevkariyê ya kantona Qamişlo ji bo her seriyek pez milyonek û 250 hezar da.

Ji jinên ku beşdarî Kooperatîfa Bêrîvan bûne Meha Mehmûd (50) beriya 18 salan dest bi xwedîkirina pez kiriye û wiha dewam kir: "Piştî hevserê min wefat kir hem min rola dayiktiyê list û hem jî ya bav, ez dêya 8 zarokan im û ji bo ez karibim kulfetê xwe xwedî bikim, min pez xwedî dikir û piştî kooperatîfa li gund civîn li şêniyên gund re çêkirin, min û 4 jinan biryar da ku em xebatê berfirehtir bikin û rihekî hevkar bidin avakirin."

Jinên beşdarî kooperatîfê bûn di saetên sibê de li derdora gund pez dibin çêrê, paşê pez didoşin û difiroşin şêniyên gund.

Ji bo êmê pez ji ber keysbaziya bazirganan êdî lêçûna wê zêde bûye, ji ber vê yekê jin neçar dimînin di demsala havînê de dikirin, ji ber erzantir e, lê heke pêwîstî çêbe di demsala zivistanê de jî dikirin.

Meha di berdewama axaftina xwe de jin teşwîqî kar kirin da ku aboriya herêmê geş bikin nexasim ku li ser Sûriyê Qanûna Qeyser tê meşandin.

KOOPERATÎFÊ DERFETÊN KAR ZÊDETIR KIR

Jinên beşdarî kooperatîfê bûn debara xwe bi pez dikin. Endama Rêveberiya Komîteya Kooperatîfan a Kantona Qamişlo Leyla Yusif diyar kir ku armanca sereke ji vekirina vê kooperatîfê ew e ku rihekî hevkar ava bibe, beşdarî nava jiyana kollektîf bibin, derfetên kar ji jinan re peyda bibin, rê li pêşiya keysbaziya bazirganan were girtin û şênî debara xwe pê bikin.

Leyla da zanîn ku jin roleke sereke di kooperatîfan de dilîzin, bi armanca avakirina aboriyeke serbixwe dema xwe ji kar û xebata komeleyê re vediqetîne, di qada çandiniyê de bêhtirî xwe jin tê de kar dikin, beşdarî berhemên çandiniyê û rêvebirina zeviyan dibin, debara xwe dikin û nîşaneya vê yekê jî di nava salekê de Kooperatîfa Bêrîvan kar û xebata xwe bi pêş xist.

Leyla Yusif bang li hemû jinan kir ku rihê hevkariyê xurttir bikin, li gundan sewal û sebzeyan xwedî bikin û dawî li krîza aboriyê bînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din