Konsepta qirkirinê bi dawî nebûye; berxwedan berdewam e

Civaka êzidî di Tebaxa 2014‘an de bi sûcekî dermirovî re rû bi rû ma. Di salvegera 5‘emîn a komkujiyê de gelê êzidî rexmî hemû hewldanên dubare yên qirkirinê li ber xwe dide û pergala xwe ya nû xurt dike.

Komkujiya Şengalê ji komkujiyên herî hovane di dîroka mirovahiyê ya nûjen de ye. Li gel giraniya vê komkujiyê, ji aliyê civaka navdewletî ve îxanetek hebû, dîsa jî hêzên herêmê gelê Şengalê wek şûr firotin terora cîhanê ya DAIŞ‘ê ku li dijî wê bo hezaran kes kuştin, revandin û koçber kirin.

Rewşa civakî û rêxistinî

Navçeya Şengalê duyemîn mezintirîn navçe li parêzgeha Mûsilê piştî Tileferê ye. Wek “Iraqa Biçûk” hatiye binavkirin, ji ber ku ol û etnîkên cuda lê dijîn. Rêjeya êzidiyan zêdetirî ji sedî 80 ye, her wiha rêjeyeke kêm Kurd, Ereb û Tirkmen ên misilmanên sunnî û şîa, Suryan û Ermen ên xiristiyan jî lê hene.

Şengal di xeleka herêma nakok a li gorî madeya 140’an a di destûra Iraqê de, di navbera hikumeta navendî û hikumeta Başûrê Kurdistanê de ye. Navçeya Şengalê di bin otorîteya hêzên Pêşmerge û Asayîşa wê de bû. Li gel wê navendên polîsên federal li navenda bajar û bajarokên wê hene.

Qirkirin; planger, beşdar û alîgir

Di sala 2014‘an de anku di nava şoreşên gel ên banga azadî û hilweşandina dîktatoriyê de bûyerên bilez rû dan, komên çete yên bi wekîlên hêzên herêmê û navdewletî li herêmê şer dikir.

Para herî mezin a wan koman ji nesîbê dewleta Tirk û hevalbendên wê yên ji rêxistinên siyasî û leşkerî yên di welatên Ereban û Afrîkayê de bû.

DAIŞ, bi destekeke vekirî û eşkere ji dewlet Tirk û Qeterê, xîlafeta xwe li Sûriye û Iraqê îlan kir.

Di 9‘ê Hezîrana 2014‘an de DAIŞ’ê bajarê Mûsilê yê Iraqê dagir kir, hemû baregehên xwe yên çek û cebilxaneyan li vir ava kirin û bi beşdarbûna hin komên herêmî bajar wêran kirin, kuştin û koçberkirin pêk anîn. Li aliyekî din jî dîplomatên Tirk ji bo pêkanîna projeyên xwe û rakirina "astengiyên" li pêşiya pêkanîna armancên wê dibûn kelem di konsolxaneyên xwe de man.

Piştre jî lîstoka derbaskirina 350 DAIŞ‘iyan bi rêya erebeyan ji xaka Tirkiyê ber bi Til Ebyedê ve dest pê kir. Li gorî plana hatibû amadekirin, 350 DAIŞ’î li şûna 50 karmendên Tirk ên li bajarê Mûsilê mabûn, hatin guhertin. Efserekî îstîxbarata Iraqê ya şaxê Mûsilê di rûniştina guhdarkirina komîteya pispor a der barê hilweşandina Mûsilê de axivîbû û diyar kiribû ku konsolê Tirk Ozturk Yılmaz dest danîbû ser hemû biryarên têkildarî Mûsilê û destê wî di radestkirina Mûsilê ji bo DAIŞ‘ê de heye.

Dîsa jî çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ji ajansa me re diyar kiribû ku ew jî endamên peymana veşartî ya di navbera îstîxbarata Tirk û DAIŞ‘ê de bûn.

Beriya wê ji çeteyên DAIŞ‘ê piştî reva artêşa Iraqê ji piraniya deverên Mûsilê û navendên wê êrîşî Şengalê kiribû, gelek herêmên derdora Şengalê mîna Belîc, Qaîm û piraniya sînorê di navbera Sûriye û Iraqê yê rojava û başûrê Şengalê de serwerî lê kiribûn.

Li gorî belge û şahidan, beşek ji kesayetên girêdayî hikumet û artêşa Iraqê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Tirk destê wan di vê komploya li dijî Şengalê de heye.

DAIŞ’ê êrîş kir, çekdarên PDK û polîsên federal reviyan

Rexmî ku çeteyên DAIŞ‘ê destpêkê êrîşî derdora Şengal û gundên êzidî yên derdorê kir û tevî ku gel banga amadekariyan û pêşkêşkirina çekên giran li hêzên parastinê dikir, lê fermandarên PDK‘ê fermana bersivandina êrîşê neda û tu tevger nekir.

Roja 3‘yê Tebaxa 2014‘ê de çeteyên DAIŞ‘ê dest bi êrîşên li ser gundên Şengalê kir wekî Gurzêlê, Sîba Şêx, Rembûzî, Til Benat û Koço kirin. Gundiyan, bi taybet li Gurzêlê û Sîba Şêx li hemberî êrîşan li ber xwe da û gelek welatî şehîd bûn, heta malbat dikarîbûn koç bibin.

Di şeva êrîşê de komek ji kesayet û rûspiyên Şengalê serî li navenda fermandarên PDK‘ê ya li herêma Şerfedîn da, da ku erka xwe bi cih bînin û êrîşan bibersivînin, lê fermandarên PDK‘ê tu bersiv nedan û hewl dan şandeyê ji vê rewşê rihet bikin.

Di saetên berbanga sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajêr ve pêşde ketin, çekdarên PDK‘ê ku hejmara wan bi qasî 18 hezar bûn, ber bi parêzgeha Dihokê ve reviyan, yên ku nedikarîbû bireve jî xwe spart Yekîneyên Parastina Gel li Rojava.

Gel di nav lepên çeteyan de ma

Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayê Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meş li ser lingan xwe spartin çiya.

Di saetên destpêkê yên sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Şengalê dagir kir, her kesê li pêşiya xwe dîdîtin qetil dikirin, bê ser ûber derbasî malan dibûn, qetil dikirin, jin û zarok direvandin, pîrozgehên êzidî û şîayan teqandin û şewitandin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekir. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin û ew gihandin kamp û gundên ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan vala kiribûn. Di vekirina vê korîdorê de 150 şervanên YPG û YPJ‘ê şehîd bûn. Li aliyekî din jî li çiyayê Şengalê gerîlayan û kesên ji Şengalê yên dilxwaz, parastin dikir.

Encamên komkujiyê

Li gorî rapora Desteya Serbixwe ya Rêxistina Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê, hejmara kesên çeteyên DAIŞ‘ê revandine 6 hezar û 413 e û piraniya wan jin in. Rêveberê Giştî ya Kar û Barên Êzidiyan di Wezareta Ewqaf de Xeyrî Bozan jî diyar kir ku di roja yekemîn a êrîşê de hezar û 293 sivîl hatin kuştin û 360 hezar jî koçber bûn.

Her wiha 2 hezar û 745 zarok sêwî mane, hejmara gorên komî ku heta niha hatine kifşkirin 69 e, li gel wî bi dehan gorên ferdî yên belavbûyî hene. Dîsa jî 68 perestgeh hatin teqandin.

Hewldanên hêzên dagirker didomin

Êrîşên li ser Şengal û civaka êzidî ji 3‘yê Tebaxa 2014‘an heta roja me ya îro ji bo şikandina îradeya gel, têkbirina xweseriya Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), her wiha ji bo pêkanîna berjewendiyên bazirganî, siyasî û leşkerî li herêmê bi dawî nebûne.

Di 3‘yê Adara 2017‘an de komên Tirkmen bi piştevaniya îstîxbarata Tirkiyê û çekdarên PDK û hin çeteyên "Pêşmergeyên Roj" êrîşî navçeya Xanesorê ya bakurê Şengalê kirin. Di encamê de 7 şervan, rojnamevan Nûjiyan Erhan û hejmarek sivîl şehîd bûn.

Di 15‘ê Tebaxa 2018‘an de balafiran dewleta Tirk a dagirker erebeya endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mam Zekî Şengalî piştî planeke îstîxbaratî bi hevkariya aliyên iraqî û kurdî kir hedef, di encamê de Mam Zekî Şengalî şehîd bû. Ev yek wek hewldaneke din a gefên li ser êzidiyên Şengalê bû.

Komployên li dijî gelê êzidî ranewestiyane. Wekî rêbazekî ji şerê taybet deriyên sînor ê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de hate girtin, car caran dewleta Tirk êrîşên hewayî li ser Şengalê pêk tîne. Li gel wê jî her êzidiyek ku destekê dide Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê asayîş û îsxtîxbarata PDK‘ê ve li Dihok û Hewlêrê têne binçavkirin.

Rexmî hemû gefan berxwedan didome

Rexmî hemû êrîş, dorpêç, kuştin û binçavkirinê gelê êzidiyên Şenalê piştî baweriya wan bi herdu hikumetan nemaye jiyana xwe ji nûve bi rêxistin dikirin, rêveberiya xwe ya xweser, saziyên sivîl, civakî û ewlehî li gorî qanûnên destura Iraqê ya federal bi pêş dixin.

Heta niha hikûmeta Iraqê di pêştevaniya xwe ya bi gelê Şengalê re dudilî ye. Hikûmeta Baûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK‘ê ku Tirkiyê wê sor dike di timayê de ye ku rêveberiya xwe li ser ser herêmê vegerîne.

Dewleta Tirk Şengalê bi meclis û hêz û saziyên wê dike hedefa balafirên xwe yên şer. Li gel van tu deng ji her du hikumetan Iraq û Başûrê Kurdistanê û civaka navdewletî derneketiye.

(bb)

ANHA


Mijarên Din