​​​​​​​`Konên ji çîmento` veguherîn navendên lidarxistina çalakiyên civakî

`Konên ji çîmento` di rastiyê de ne konin, lê ji ber ku çadir hatine vedan şêniyên herêmê jêre dibêjin kon. Li gorî şêniyan ev kon di sivikkirina barê wan de rolek giring dilîzin.

Civaka Kurd bi gelek kevneşopiyên xwe ve girêdayî ye. Bi taybet urfûadetên ku hevsengiya civakê diparêzin.

Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heta niha nirxên cîvakî tên parastin. Sersaxî jî yek ji urfûadetên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lê ev erk ji ber hinek girtekan barên şêniyan zêde dikin. Ji ber ku dema sersaxiyê heta heftiyekî jî dirêj dike û hema bêje hemû bajar an jî navçe serdana malbatê dikin. Malbata kesê ku wefat kirî neçar dimîne kon bi xalîçe, balgî yan jî kursiyan kirê bike. Dema hewa germ an jî sar be barê malbatê girantir dibe.

Ji ber wê şêniyên hinek gundan hizirîn ku çareseriyek domdar ji vê azarê re peyda bikin. Ji ber wê hizira avakirina avahiyek mezin ji çîmento di her gundekî de derket holê. Da ku bibe wek konê sersaxiyê. Ev kon di nava şêniyên gundê Aliya yê girêdayî Girkê Legê de bi navê `Konên ji çîmento` hatin binavkirin.

Şêniyên gundê Til Cimal yekemîn şêniyên ku ev kon ava kirine. Şêniyên gund di sala 2011`an de du kon yek ji mêran re û yek ji jinan re ava kirin. Piştre ev hizir li tevahiya gundên herêmê belav bû.

Şêniyên gundan di nav hev de lêçûnên avakirina kon û pêdiviyên wê ji ferş, kursî, sobe û kilîmayê re kom dikin.

Avakirina van konan barên şêniyan sivik kirin. Tevî sivikkirina zehmetiyên vedana konan, rakirin û veguhestina wan. Li rex wê jî giyana hevbeşî di navbera civakê de xurt kir.

KON BÛN NAVENDA KOMBÛNÊN JI BO BONEYÊN CUDA JÎ

Hizira avakirina konên çîmento yekem car wek cihek ji bo sersaxiyên derket. Lê piştre ew kon veguherîn navendên kombûnan û bicihanîna erkên civakî yên cuda. Her wiha şêniyên gundan jî tê de dicivin ji bo ku mijarên jiyanî nîqaş bikin. Li rex lidarxistina civînên komîn û meclisan.

Di gundên Aliya de, niha derdora 65 konên çîmento hene. Ev kon bi tevahiya pêdiviyan mîna kursî, xalîçe, balgî, soba û kilîma hatine amadekirin. Tevî  diyarkirina odeyek biçûk wek mitbaxekê ji bo çêkirina çay û qehwê.

Şêniyên bi navên Ibrahîm Hacî Newaf û Mehmûd Hemdo diyar kirin ku ev kon rolek di derbaskirina gelek pirsgirêkên boneyên civakî de dilîzin. Her wiha têkiliyên civakî xurt dikin.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din