Kongreya Yekitiya Odeyên Pîşeyî dewam dike

Îro li Qamişlo yekemîn Kongreya Yekitiya Odeyên Pîşeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Îro bi dirûşma "Saziyên demokratîk bingeha civaka sivîl in" li herêma sînayî ya Qamişlo yekemîn kongrey Yekitiya Odeyên Pîşeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikeve.

80 delegeyên pîşeyî, xwediyên şîrket û kargehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de raporên salane yên Yekitiya Odeyên Pîşeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin. Her wiha xebatên ku ji aliyê odeyên pîşeyî ve di aliyê xizmeta kargehan de, herêmên sînayî di nava bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û zehmetiyên ku rastî wan tên, hatin nirxandin. 

Tê payîn ku meclisa Odeyên Pîşeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were hilbijartin. Di dawiya kongreyê de dê daxuyaniyek were dayîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din