Kongreya Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê dest pê kir

Di van kêliyan de Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê kongreya xwe ya yekemîn bi beşdarbûna zêdetirî 200 bijîşkan li dar dixe. Bijîşkên herêmê hewl didin xwe bi rêxistin bikin û ji nû ve aliyê tenduristiyê sererast bikin, her wiha meclisa yekitiyê li herêmê ava bikin.

Piştî bidawîbûna avakirina yekitiyên bijîşkan li kanton û bajarên herêma Cizîrê, bi beşdaiya 200 bijîşkan, hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger û endama Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Foza Yûsif, bi dirûşma "Bi zanabûna tenduristiyê ber bi avakirina civakeke ekolojîk û demokratîk ve" Yekemîn Kongreya Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Kantona Qamişlo Dr.Ehmed Yûsif xêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Hevalên me di aliyê tenduristiyê û yekitiya bijîşkan de bi hemû awayî tevî rewşên zehmet, xwe bi rêxistin kirin."

Ehmed Yûsif îşaret bi girîngiya tenduristiyê û bijîşkên ku roleke girîng di pêvajoya berê ji dayîna desteka tenduristiyê de ji şêniyên herêmê û şervanên ku şerekî giran ji bo tunekirina çeteyan re lîst, kir û wiha got: "Em dizanin ku bijîşk dev ji gel û xaka xwe bernadin, bijîşk bûn mînak ji  hemû Sûriyê re ku li kêleka şêniyên herêmê disekinin."

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, dê lîsteya xebata kongreyê bi vî awayî be; xwendina rapora yekitiyê, sererastkirina sîstema hundirîn a yekitiyê û nîqaşkirina wê li gorî pêvajoya heyî û avakirina meclisa yekitiyê li herêma Cizîrê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din