Kongreya sêyemîn a Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê li dar dikeve

Bi diruşma "Pênûsa azad navnîşana şarestaniyê ye" kongreya sêyemîna Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dikeve.

Kongrê bi beşdarbûna Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer, Hevserokê Yekitiya Oldarên Mislman Mele Mihemed Xerzanî, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, Yekitiya Rewşenbîran û endamên Yekitiya Nivîskarên Kurd – Sûriyê li dar dikeve.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên azadiyê, bi navê Rêveberiya Xweser Hisên Ezazm kongrê pîroz kir û got: "Kongrê di rewşeke zehmet de ku Sûriyê tê re derbas dibe li dar dikeve. Amadekariyên nivîsandina destûra bingehîn a Sûriyê tê kirin û hewldanên dewletên navê garantor li xwe dikin ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne dûrxistin. Em vê yekê qebûl nakin û destûra ku em tê de beşdar nebin em nas nakin."

Ezam anî ziman ku di pêvajoya nazik de erka herî mezin dikeve ser milê nivîskar û rewşenbîran da ku polîtîkeyên derve teşhîr bikin û gel bi komployan bide hişyarkirin û dengê gelê bighînin raya giştî.

Hevserokê Yekitiya Nivîskarên Kurd – Sûriyê Dîlawer Zinkî jî bi xêrhatina beşdaran kir ku anî ziman ku kongrê di demekê de ku gef li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne xwarin, li dar dikve. Armanca gefan ew e ku destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin  derbe bike. Dîlawer got, madem nivîskar neynika civakê ne, divê rêya durist nîşanî civakê bikin, ji wan tê xwestin ku rewşa gelên Bakur û Rojhilatê û serkeftinên ku bi keda şehîdan hatine qezenckirin bide xuyakirin.

Di kongrê de, Hevserokê Yekitiya Oldarên Misliman a Herêma Cizîrê Mele Mihemed Xerzanî, Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ehmed Çetelê û Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso axivîn, lidarxistina kongrê pîroz kirin û serkeftin ji nivîskaran re xwestin.

Kongrê ji çapemeniyê re girtî didome. Li gorî komîteya amadekar dê rêzikname were nîqaşkirin û xebatên du salên borî werin nirxandin. Di dawiyê de dê rêveberiya nû ya yekitiyê were hilbijartin.

ANHA


Mijarên Din