Kongreya Star: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinan e

Kongreya Star salvegera 8’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û bang li tevahî jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker bilind bikin.

Bi boneya salvegera 8’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê Kongreya Star daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Kelî hene ku nayên sekinandin. Zeman hene ku nayên qefilandin. Serdem hene ku nayên veşartin. Jin hene ku nayên kuştin. Gel hene ku nayên fetisandin. Tu tarî, tu zilm, tu hêz, tu artêş xwedî qudreta ku ronahiya nûjeniyêke nû derdikeve nikare asteng bike. Wexta gelan, wexta jinan û wexta rastiyan gava cih, mekan û keliya xwe ava bike, tu tişt li ber wê nikare bisekine. Navê vê heqîqetê şoreş e. War û navê vê heqîqetê niha Şoreşa Rojava ye.

Roja şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hesabpirsîna du xalên mezin e. Xala yekemîn; bi şoreşa Rojava jinan, ji zilamên serdest, ji dewleta dagirker, ji koletiya cinsî ya 5 hezar salî hesab pirsî. Di vê hesabpirsînê de, ji kesêk maf daxwaz tune bû, mafê xwe pêkanîn hebû. Di vê hesabpirsînê de taleba ku jin bê dîtinê tune bûn, xwe nîşandan hebû. Di vê hesabpirsînê de ji derveyî xwe hêvî tune bû, xwe hevîkirin hebû. Lewra jinên şoreşa Rojava heqîqetek ji dîroka jinên cîhanê keşf kiribû; ger jin têkoşîna azadiya jinan ji bo ku bi azadiyê tacîdar bikin, divê xwe bi çek bikin, bibin artêşa xweparastinê û mafê xwe bi şerekî meydanî bi ser bixin. Lewra tu merhameta zilamên serdest tune bu ku maf lutfî jinan bikirana. Sedema ku di dîrokê de cara yekem e şoreşek bi navê xwe, yanî bi navê şoreşa jinan pênase dikin, ev bû. Çi tiştekî rabûna dîrokeke mezin e. Çi tiştekî tola mezin a jinên cîhanê ye. Me di cihê ku şoreşa jinê ya neolîtîk de ku jin hat kolekirin, şoreşa azadiya jinê bi ser xist. Ev mizgîniya jiyana bêmirin e. Di vê şoreşê de felsefa rêber Apo ya “Jin azad nebe, civak azad nabe” hêvî, hêz û ronahiya me bû. Em bi coşa salvegera 8’emîn a şoreşa jinan, silavên xwe digihînin rêber Ocalan.

Pîroz be!

Xala duyemîn; gelê Kurd bi şoreşa Rojava, ji sîstema qirkirina gelek dike hesab pirsî. Ji pergala Lozanê, parçekirina welatê xwe hesab pirsî. Ji dewleta dagirker ku wê înkar dike, tune dike, axa wê ya pîroz qir dike, hesab pirsî. Ev hesab ji konjonktura navdewletî ya ku li ser gelê Kurd sîstema dewleta yeknetew ferz kir, hat xwestin; li dijî dewleta yeknetew neteweya demokratîk, li dijî yekdewletê sîstema konfederal, li dijî nîjadperestiyê yekitiya gelan, li dijî qirkirina gelan bi sîstema xweseriya gelan, li dijî ji du aliyan girtina yekalî bi rêya sêyemîn hesaba xwe pirsî û bi ser keft. Hat îspatkirin ku gel ji mirinê, ji lêdanê, ji sêdaran mezintir in. Nîşaneya vê mezinbûnê şehîdên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryan û ji her deverên cîhanê hatine ku bi deh hezaran in. Nîşaneya vê mezinbûnê gaziyên bi deh hezaran in. Em bi artêşa şehîdan dimeşin û bimeşin.

Ji ber vê, hêzên pergala kapîtalîst û dewletên yekneteweyî ji rûxandina hegemonyaya xwe aciz dibin û wek xetereyeke paradîgmayî dibînin. Ji ber vê êrişên dagirkeriya neyarê gelê Kurd a dewlata Tirk destek kirin û dikin. Pêşî bi tifaqa TC û DAIŞ’ê êriş li şoreşa Rojava bû; bi êrişa Kobanê xwestin şoreşê bi bin bixin. Lê binketin û bi serfiraziya şoreşa Kobanê şoreşa Rojava bû şoreşeke cîhanê. Niha bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û başûr dixwazin hebûna gelê Kurd temamî sedsala nû de tune bikin. Lê li dijî êrişan, dagirkirinê û tenêkirinê em ê bi felsefeya artêşa şehîdan li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Li ser vê bingehê salvegera 8’emîn a şoreşa Rojava bi rihê berxwedanê li jinan, li gelan, li cîhanê pîroz be. Ji ber ku pêkhatina şoreşa Rojava bi felsefe û keda rêberê gelê Kurd û şehîdan pêk hat, em minetdar in û şoreşa rêberê gelan Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz dikin. Em gelê xwe yê ku bi mirinê, bi kedê, bi berxwedanê, bi xweydanê xwediyê şoreşê derket, pîroz dikin.

Em bang li hemû jinan, gelan û cîhanê dikin ku li dijî êriş û dagirkeriya Tirkan û DAIŞ’ê bi rihê şoreşa Rojava têkoşînê bilind bikin. Lewra em dibêjin heya li giştî cîhanê ji bo jinan bibe warê şoreşa jinan em nesekinin. Wek Che Guevera ji bo Vîetnamê gotibû, em jî ji bo Rojava dibêjin; “… du, sê, zêdetir Rojava.”

ANHA


Mijarên Din