Kongreya Star êrişa li ser benda şervana YPJ‘ê şermezar kir 

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava êrişa li benda şervana YPJ‘ê Amara şermezar kir û got " Em ê li hemberî vê zihniyetê, asta rêxistinkirin û têkoşîna jinên berxwedêr û şerker hîn bilintir bikin û tirsa dilê dijmin zêdetir bikin."

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî kiryara çeteyên Tirkiyeyê ya li ser cenazeyê şervana YPJ’ê daxuyaniyek nivîskî da. Kongreya Star got "Li hemberî van pêkanînên wan tucarî paşde gav nayê avêtin, wê hêrsa jinan, têkoşîn û berxwedana jinan mezintir û berfirehtir bibe.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 22'yê meha Cotmehê de şervana YPJ'ê hevala Amara ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi saxitî hatiye destgirtin û bi awayekî dijwar û hovane li ser bedena wê îşkence hatiye kirin û şehîd hatiye xistin. Ev hovîtiya rûyê qirêj ên çeteyên dagirkeriya Tirkbi awayeke vekirî li ber çavên hemû cîhanê hatiye dayîn. Ev hovîtî û bê exlaqiya şerê çeteyên dagirkeriya Tirkan di heman demî de êrişa li ser hemû jinên cîhanê îfade dike. Ji ber YPJ‘ê bûye mînaka artêşa parastina jinan û bûye malê giştî jinên cîhanê. Vê rastiyê ji hemû cîhanê re jî bi awayeke şênber daye ispatkirin.

Ev pêkanîna li ser bedena hevala Amara, careke din rastiya zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê û şerê dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya li hemberî şervantî, şoreşgertî û sîstema şoreşa jinê,  derxistiye holê. Tirs û xofa dijmin a herî mezin, ji jinên parazvan, berxwedêr û şerker in. Ji ber vê tirsa xwe ya li hemberî jinên parazvan, şerker û berxwedêr rêbazên xwe yên dijmirovatiyê  pêk tînin. Li hemberî van pêkanînên wan tucarî paşde gav nayê avêtin û bila vê yeke baş bizanibin ku wê hêrsa jinan, têkoşîn û berxwedana jinan mezintir û berfirehtir bibe.

Em wek Kongreya Star, ev êrîşa li ser bedena jinê bi tundî şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin. Her wiha, em bala hemû jinên cîhanê dikşînin li ser vê pêkanîna dij însaniyetê. Ji ber ev êrişa hovane û bêrûmet a çeteyên dagirkeriya dewleta Tirkiyê, di şexsê hevala Ş. Amara de li ser bedena hemû jinan hatiye kirin û divê em wisa bigrin dest. Têkoşîn û pêşketina jinan ji xwe re wek xeteriya herî mezin digrin dest û jibo wê jî êrîş û tasarufiyatên xwe yên hovane  taybet li ser bedena jinê didin meşandin. Em ê li hemberî vê zihniyete, asta rêxistinkirin û têkoşîna jinên berxwedêr û şerker hîn bilintir bikin û tirsa dilê dijmin zêdetir bikin.

Di heman demê de, em wek Kongreya Star bang hemû cîhanê û raya giştî dikin ku ev pêkanînên bû vî rengî sûcê mirovatiyê îfade dike û jibo vê sûcê mirovatiyê divê pêkanînên pêwîst, ji aliye giştî jinên cîhanê û raya giştî ve bên dayîn. Ev ne sûcê yekemîne û gelek caran li ser bedana jinan têne bikaranîn. Heman rêbaz bi awayeke xedar li ser bedena hevala Hevrîn jî pêkhat. Hevala Hevrîn, taybet ji aliye çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk ve hatibû hilbijartin û pilankrin û di şexsê wê de xwestin şoreşa têkoşîn û berxwedaniya jinan tune bikin. Lê belê, divê ev pir baş were zanîn ku ev hovitiya wan li hemberî pêşketin û mezinbûna azadî, têkoşîn û berxwedaniya jinan wê tucarî nebin asteng.

Li şûna her jineke berxwedêr parazvan, şervan û şerker wê bi hezaran keçen azadîxwaz û şopdarên wan bên avakirin. Jibo wê jî em vê hovîtiya dijminên xwînxwar ên li ser bedena jinan û li ser jiyana hemû civakê lanet û şermezar dikin. Carekedin em bala hemû jinên cihanê dikşînin li ser şer û êrîşkariya li ser sîstema azadî û wekheviya mirovatiyê û divê em dengê xwe li hemberî zihniyeta desthilatdariya zilam bikin yek û li dijî wê em jin hêza xwe mezintir bikin. Rêxistinkirin û mezinkirina jinên şerker, bexwedêr û têkoşînvan, wê bibe tol girtina hevala Amara. Her wiha, wê her  dayîm têkoşîna rûmeta jiyanê û azadiyê xwe bidomîne û bibe bersiva dijminên xwînmij û dagirkeran".

ANHA


Mijarên Din