Kongreya Star û PYD: Komplo hîna berdewam e

Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk bi boneya salvegera 21`mîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Bi boneya 21`an a komploya navneteweyî ya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kongreya Star û PYD`ê daxuyaniyek da û komploya navneteweyî şermezar kir.

Daxuyanî li Qada Jina Azad, bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongreya Star, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî pêk hat û ji aliyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Dîjle Heyder ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê rêxistina Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) em komploya navneteweyî ya ku derbasî sala xwe ya 22`yemîn bû, şermezar dikin. Di vê komployê de hemû destên îxanetê bûn yek li dijî çavkaniyên fikr û ramanên azad û feylezofê neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan. Di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de xwestin gelê Kurd û tevahî mirovahiyê bigirin nava destê xwe û projeya azadiyê ji holê rakin û binpê bikin. Lê ew nizanin ku rêber Apo ne kesayetek e. Ew fikr û îdeolojiyek e û wê îdeolojiyê bandora xwe li cîhanê tevahî kiriye.

Bi vê komploya navneteweyî û bi dîlgirtina serokatiya me em ketine nav pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Yê ku di encamê de şere DAIŞ’ê bi xwe re anî, wekî tê zanîn ku komplo hîna berdewam e. Piştî bidawîkirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser destê hêzên me, em dibînin ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan careke din dixwaze terora DAIŞ’ê li cîhanê tevahî belav  bike. Bi êrîşên xwe yên li ser tevahî xaka Kurdistanê û bombebarankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha destdirêjiyên wî yên ku pîvanên mafên mirovan li Efrînê  derbas kirine ji kuştin, wêrankirin, îşkence, tecawiz û guhertina demografiya Efrînê.

Hemû cureyên kiryaran bi serê mirovahiyê de anîne. Tevî ku kiryarên wî ji hemû cîhanê re aşkera bûne jî, lê bêdengiya navneteweyî didome. Herî dawî jî gefên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tevî hewldanên Koalîsyona Navneteweyî  yên ji bo avakirina herêma ewle çêbûn û pêkanîna me ji hemû şert û mercên avakirinê, lê dîsa jî dewleta Tirk bi vê îqna û bawer nebû û dixwaze projeya demokrasiyê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin a hemû pêkhate bi hev re bi awayekî aram û wekhev di nav de dijîn, binpê bikin.

Her wiha em tekez dikin ku eger êrîşek çêbe wê bi xwe re xetereyên mezin derxe holê û wê bibe zemîna xurtkirina DAIŞ’ê careke din û dê bandora xwe li tevahî cîhanê bike. Em wek gelê herêma Firatê soz didin şehîdên xwe ku em ê erka xwe ya welatparêziyê û piştgiriya hêzên parastinê bikin, her wiha banga me ji  hemû saziyên mafên mirovan, civaka navneteweyî û hêzên koalîsyonê bi serkêşiya Amerîkayê re ye ku me bi hev re terora DAIŞ’ê têk bir, ji tevahî cîhanê re ku li hember van êrîşan bê deng nemînin û helwesta xwe li beramberî dagirkeriya Tirk zelal bikin û nebin hevkarên vê dagirkeriyê.”

(hh-om)

ANHA


Mijarên Din