Kongreya Star pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li Helebê vekir

Kongreya Star bi dirûşma “Êdî bes e tecrîd, faşîst û dagirkeriyê dem dema azadiyê ye”, pêşangehek pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li qada Cibênat li beşa rojhilatê taxa Şêxemqsûd a bajarê Helebê li dar xist. Bi dehan şênî û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxê tev lê bûn.

Konê pêşangehê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên “Em ê tecrîdê bişkînin û faşîstê tune bikin û demokratiyê pêk bînin”, “Em ê tecrîda li Îmraliyê bişkînin û pergala faşîst têk bibin”, “Soza me em pergala Îmraliyê bişkînin û bi Serok Apo re azad bijîn” hate xemilandin.

Endama Kongreya Star Yesmîn Mihemed di vekirina pêşangehê de axivî û behsa girîngî û hesasiyeta pêvajoya ku gelê Rojava tê re derbas dibe kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de, mezinkirina asta têkoşînê û bicihanîna rêgeza fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna serkeftinê pêwîst dike.

Yesmîn piştrast kir ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, şopandina rêya rêber Abdullah Ocalan şert e.

Piştre jinên beşdar gelek helbest vegotin.

Hevsera şehîd Canşêr Efrîn pêşengeh vekir û beşdaran di nav de geriyan.

Di dawiya pêşengehê de tîma Agirî ya girêdayî Çand û Hunerê stranên şoreşgerî vegotin.

Pêşeng wê hefteyekê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din