Kongreya Star li Lubnanê şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Kongreya Star li Lubnanê şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got “Bêrîtan bi berxwedana xwe, dîrok bi tîpên zêrîn nivîsand.”

Di salvegera 28`emîn a çalakiya fedaî ya şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de ku sala 1992`yan li Başûrê Kurdistanê pêk anîbû û salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef û dayika Eqîde de, Kongreya Star li paytexta Lubnan Beyrûtê civînek li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn hemû şehîdên ku di mehê de şehîd bûne, bi bîr anîn û got: “Meha Cotmehê meha berxwedan û têkoşînê ye. Bi berxwedana Bêrîtanê ku bû destpêka artêşbûna jinan (1992), dîrok bi tîpên zêrîn hate nivîsandin.”

Netewî wiha domand: “Hêzên cîhanî, îslamî û ajan ji bo tunekirina  tevgera me ya azadiyê seferber bûn. Bêrîtan keçeke kurd bû ku bi sekna xwe ya leheng nîşan da ku gelê Kurd û jinên Kurd dê serî netewînin û dê berxwedan bi ser bikeve.”

Her wiha bi navê Kongreya Star li Lubnanê Kîbar Horo wiha axivî: “Dijminên me naxwazin ku jina azadiya xwe bi dest bixin. Mînaka herî ber bi çav a wê yekê jî, şehîd Hevrîn Xelef e, siyasetmedara ku çeteyan bi awayekî hov ew kuşt. Wan bi vê kiryara xwe ya hov, exlaqên xwe yên xerab û tirsa xwe ji hêza jinan nîşan dan.”

Dayika şehîd Rojînda Efrîn jî di kesayeta şehîd Bêrîtan, Arîn û Rojînda de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Em ê heta pêkanîna armancên wan, azadkirina rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî, tê bikoşin.”

Civîn bi dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan û berxwedana jinên azad bi dawî bû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din