Kongreya Star li Kobanê bi boneya 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da

Bi boneya 25`ê Mijdarê Kongreya Star a herêma Firatê daxuyaniyek li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê da.

Bi dehan jinên ji kantona Kobanê beşdar bûn û alên Kongreya Star, wêneyên şehîdan û pankartên "Na ji tundiya li ser jinan re" rakirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Firatê Madlîn Hec Xidir daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, em di serî de her sê xwişkên Mîrabal bi minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wan her sê xwişkan de,  tevahî jinên ku li hemberî sîstemên faşîst, tuneker, dagirker û tundraw li ber xwe daye û gihîştine asta şehadetê, em wan bi bîr tînin û soza berdewamkirina rêya wan lehengan didin.

Bêguman têkoşîn û berxwedaniya xwişkên Mîrabel, Roza Luksamburk, dayika Gulnaz, Hemîde Tahir, Bêrîtan û Zekyan û tevahî jinên Kurdistanî, ku îro li çiyayê azad bi siya fikir û îdyoloijya hevriyên jinan, Rêber Apo  li ber xwe didin û têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Helbet ev tecrube û berxwedaniya van jinan di roja me de bûne çavkanîya sûdwergirtinê û cihê hêz û moralê, lewma jî tucarî jin dev ji vê xetatê bernadin.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bi awayekî xurt statuya jinê hat avakirin, ev jî berhema keda jinan a bi hezaran salan e. di hundirê şoreşê de, di hemû aliyan de jinan xwe bi rêxistin kirin û bûn hêzeke fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û dîplomasî û êdî gihîşte astekê ku kar û barên şoreşê bi rêve bibe, lê tevî ku ev qas pêşketin bi dest xistine jî, dîsa jî bi awayekî  eşkere û xurt tundîya ku li ser jinan tê kirin derdikeve pêş. Çi bi awayekî takekesî be û ya jî bi awayekî rêxistinkirî be û çi ji aliyê dewlet û dagirkeran ve be.

Heya niha bi sedan jin ji aliyê zilam, bav, bira û kesên herî nêz ve rastî kuştin, lêdan, îşkence û tecewizê tên. Bi sedan kecên biçûk bi dare zorê tên zewicandin, her wiha bi sedan jin dibin Qurbana zewaca pirjiniyê û weke mirov di nava civak û jiyanê de, nayên dîtin… heya niha li ser bedena jinê bazar tên kirin û jin weke milk tê kirîn û firotan. Ev hemû jî encaman zihniyeta baviksalar e, ku heta niha xwe bi awayekî pir xurt di nava sîstemê de bi rêxistin kiriye û her roj hebûna jinan ku li ser xwe weke xetere dibîne, hedef digire.

Ji ber ku zîhniyeta baviksalar ji pêşketin û pêşveçûna jinan ditirse, her roj ji bû kuştina jinan, rêbazên moderin bi pêşdixîne, çi rêbazên derûnî û pîskolojî be û çi jî rêbazên bedenî û zayendî bin.

Yek ji rêbazên dagirkeran jî pêkanîna şer û tundiyê ye ku di nava şer de herî zêde hêza jinan hedef digirin û wan ji xwe re dikin armanc, mînaka herî zindî û li ber çave Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye, ku îro li wan deverên dagirkirî her roj jin rastî hemû cureyên tundiyê tên û bi sedan jin hatin kuştin, tune kirin, revandin, firotin, keysbazkirin û xenîmet kirin. li aliyekî din jinên bi rêxistinkirî û zana jî bi awayekî takekesî tên hedef girtin, mîna komkujiya Helincê  ku sê jinên rêxistikirî, zane û pêşeng hedef girtin û gihîştin asta şihadetê, her wiha hefgirtina jinên siyasetmedar ên mîna şehîd HevrînXelef, ku weke jineke zane û siyasetmedar dihat naskirin.

Wekî ku hatiye diyarkirin ku roja 25 ê Mijdarê ji alî tevahî hêzên cîhanî ve ji bo dawî li tundiyê bi giştî were , wekû roja bilindkirina asta têkoşînê hate diyarkirin,   lê li kêleka  wê ew qas kiryarên hov û komkujî bi serê jinan de hatine û rastî hemû cureyên êriş û tundiyan hatine ji alî cîhanê tevahî ve bêdengî û çavgirtinek heye . Ji bo vê yekê banga me ji bo tevahî hêzên navnetewî , mafên mirovan her wiha ji bo tevahî jinên cîhanê heye ku li hemberî kiryar û tundiya li ser jinê bi yek rihî , yek dengî bi hev re asta têkoşîna xwe bilind bikin û destkeftiyên jinan biparêzin."


Mijarên Din