Kongreya Star li Hesekê konferansekê li dar dixe

Ji bo amadekariya lidarxistina kongreya 8’an, Kongreya Star li gelek bajaran konferansan li dar dixe. Îro jî li kantona Hesekê bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û Şoreşa jinan pêk bînin" konferansekê li dar dixe.

Bi beşdariya 125 endamên Kongreya Star ên navçe û bajarokên Hesekê, konferans li Hola Teyfûr a Hesekê li dar dikeve. Her wiha di konferansê de berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd, endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Erebo, endama rêveber a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên û endama rêveber a Yekitiya Jinan a Suryanî Meha Şabo amade bûn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Erebo lidarxistina konferansê pîroz kir û wiha got: "Em di merheleyeke dîrokî re derbas dibin, me tê de bersiva berxwedan û parastina destkeftiyên xwe ragihand. Em îro li vê holê bi tevahî pêkhateyan kom dibin. Me li hember mezintirîn rêxistina terorî ya li cîhanê li ber xwe da û bi ser ketin."

Hêva Erebo piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker komkujî li herêmên ku dagir kirine, pêk anîn û wiha dewam kir: "Tevahî dewletan bi komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatine itîraf kirin. Her wiha sûcên dewleta Tirk a dagirker mayînde nabin, ji ber projeya nenteweya demokratîk bersiva tevahî siyasetên dagirkeriyê ye.”

Hêva Erebo behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi taybet jinan hedef digire û wiha pê de çû: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker jin û vîna gelên herêmê hedef digirin. Hedefgirtina Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û dayika Eqîde nîşaneya lawazbûna dewleta Tirk li hember vîna jina azad e."

Konferans bi xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan bi zimanên erebî û kurdî ji hêla Songul Hemo û Şukriya Mihemed ve berdewam e. Tê payîn ku endam û beşdar li ser astengî û karê 2 salan nîqaş bikin û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din