Kongreya Star komxebatek li dar xist

Kongreya Star bi diruşmeya "Bi hev re ber bi pêşerojê ve" komxebatek li dar xist. Di komxebatê de rola jinan di civakê de û şêwazên xweparastina ji şerê taybet hatin nîqaşkirin.

Komxebat bi amadbûna endamên Kongreya Star li xwaringeha Çarçêla ya bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Komxebat bi rêzgirtinê dest pê kir. Yek ji mijarê sereke ku di komxebatê de hatin nîqaşkirin; rola jinan di civakê de. Derheqê vê mijarê de hate gotin ku jin bingeha civakê û bingeha sereke ya avakirina nifşan in, di nava xebata civakî ya rêxistinkirî de behreyên jinan xurt kirin, da ku bibin avakerên pêşerojê ya dûrî takekesiyê û ku her kes di nava civakê de aktîf be.

Di rojeva yekemîn de behsa zekaya tehlîlî û zekaya hestiyarî hate kirin ku di li cem mêran zekaya tehlîlî ji zekaya hestiyarî xurtir e û jin razî kirin ku xwedî hêz e û dikare beşdarî nava civakê bibe.

Di mijara duyemîn jî behsa hewldanên sîstemenê kampîtalîst ên tunekirina rêgez û nirxên exlaqî hate kirin. Hate diyarkirin ku ev hewldan bi rêya şewihandina rastiyan û çewisandina nasnameyan û îqnaakirina ferdan ku tenê hêz xwedî serwerî vê siyasetê didin meşandin.

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû. Hate destnîşankirin ku şerê derûnî xetertirîn rêbazên ku rejîmên kapîlalîst di şerê li dijî civakan de dide meşandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din