Kongreya Star: Em li beranberî xeteriyeke dîrokî ne, divê PDK`ê helwesta xwe zelal bike

Kongreya Star bi daxuyaniyekê bal kişand ser şandina hêzên PDK’ê ber bi herêma Gareyê ve û got “Li her çar parçeyên Kurdistanê bêyî ku em bikevin pey berjewendiyên xwe yên hizbî û malbatî divê hemû partî û rêxistin li pêşeroja neteweya Kurd bifikirin.”

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Kongreya Star destnîşan kir ku Kurd di serdemeke dîrokî re derbas dibin û wiha da zanîn: “Ji bo ku em wê qonaxê jî bi serkeftî derbas bikin û rûyê gelê xwe bi azadiyê şad bikin divê em hêza xwe bikin yek. Li her çar parçeyên Kurdistanê bêyî ku em bikevin pey berjewendiyên xwe yên hizbî û malbatî divê hemû partî û rêxistin li pêşeroja neteweya Kurd bifikirin. Ji bo wê yekê pêwîstî heye ku her kes di aliyê xwede xwedî helwesteke hevgirtî be. Yên ku bi helwest û tevgerandina xwe gelê Kurd ji wê pêşeroja azad mehrûm bikin wê dîrok û gelê Kurd wan tu caran efû neke.”

Kongreyê bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide axa Kurdistanê dagir bike. Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî dagirkir û hîna jî gefên bi temamî Rojavayê Kurdistanê dagirbike dixwe. Li Başurê Kurdistanê jî cihek nemaye ku baregehê xwe lê bi cih nekiriye. Niha jî dixwazê Şengala ku hîna birînê xwe ne kewandî dagirbike. Li beranber wan pîlanên dagirkeriyê gerîla û şervanên Kurdistanê di nav têkoşînek bê hempadene. Têkoşîna gerîla nehişt ku li başurê Kurdistanê bigihîje armancên xwe. Niha jî dixwaze hêzen Kurd binê beranber hevdû û wusa bi serbikeve. Hêz şandina PDK’ê ya herêma Garê parçeyek ji wê plana dijminê gelê Kurd e. Dixwazîn cardin Kurda bi hevdin bidin qirqirin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi tevgera li herêma Gareyê hate kirin û wiha hate destnîşankirin: “Em tevgera jinên Rojavayê Kurdistanê ji tevgerê a ku Garê û Metînan pêş dikeve wek xetereyekî dîrokî dibînîn. Bi têkoşîn û pêşengtiya xwe ya şoreşê me ne tenê têkoşîna gelê Kurd ya azadiyê bilindkir, me di heman demê de bi wan serkeftinên xwe serê gelê xwe jî bilinTirkir. Mê berdêlên giran da. Lê di qonaxa ku îro em gihiştînê de tevî wan êş û azaran ku êmê qet ji bîra nekin jî em dibejîn di oxira azadiyê de berdikeve. Ji ber ku tu tişt ji jiyanek azad bi rumuttir nîne. Çawa ku me beden û hebuna xwe ji bo azadiya gelê xwe û jinên Kurd kir mertal pêwîstbike em ji bo şerekî nav xweyî ru nede di navbera Kurda de jî bibin mertal. Ev hêza me heye. Em li wir bang li hemû rêxistinên jinan yê Bakur, Başur û Rojhilatê Kurdistanê dikin bi hevgirtinek xurt dengê xwe ji bo yekitiya Kurdan sazbibe bilind bikin û ji şerekî navxweyî û bi hevkarîya dijmin re bêjin ‘NA.’ Wek jinên Kurd bi hemû hêza xwe emê li beranberî xeta îxanet û plana qirêj derbikevin û rê nedin ku dijminê me gelê  Kurd bi wî şerî bixe dibin xetereyê de.  Ji ber ku armanca dijminê me jî ev bi xwe ye.”

Di dawiyê de Kogreya Star bang li hêzên Kurdan û her wiha PDK’ê kir û wiha lê zêde kir: “Em bang li hemû gelê Kurdistanê jî dikin li dijî wî planê dijmin yên qirej derkevin û xwedî helwestbin. Ji ber ku em şerê man û nemanê didin. Em şerê êdî azadiya xwe mîsogerkirinê didin. Pêwîst e gelê Kurd ji her demî bêhtir bi hemû hêza xwe pişta hev du bigire. Li beranber dagirkerî û hevkariya wê derkeve.

Herî dawî jî em bang li PDK’ê dikin; bila neyê lîstokên dewleta dagiker a Tirk û pê re hevkariyê neke. Helwesta xwe zelal û eşkere bike. Bi gerîlayê Kurdistanê re ax û rûmeta gelê Kurdistanê biparêze. Ya tê xwestin ew e û diê PDK jî demildest di wî alî de xwedî bertek be.”


Mijarên Din