Kongreya Star: Divê rêxistinên mafên mirovan parastina jinan bikin

Kongreya Star a herêma Efrînê der barê sûcên dewleta Tirk li dijî jinên li herêmên dagikirî daxuyaniyek da û bêdengiya hikûmetan şermezar kir her wiha bang li rêxistinên mafnas kir ku jinan ji tundiyê biparêzin.

Bi dehan endam, rêveberên Kongreya Star û Desteya Jin li kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek der barê sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinên li herêmên dagirkirî  pêk bîne, da.

Daxuyanî ji aliyê ji rêveberên komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Nayila Mehmûd û endama têkiliyên diplomatîk a Kongreya Star Rûken Elo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em sûcên derexlaqî û dermirovî ji tundî, tecawizkirin û kuştina jinan bi taybet li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, şermezar dikin. Gelek jin bûn berdêlên sûcên dewleta Tirk û xwe kuştin. Sûcên ku li dijî jinan têne pêkanîn ji hişmendiya desthilatdar girtine da ku armancên xwe pêk bînin.

Em bêdengiya hikûmetan li beramberî sûcan şermezar dikin. Sûcdarên ku li dijî mirovahiyê werin cezakirin û sînor ji zilma li ser jin û zarokan were dayîn.

Em weke Kongreya Star a herêma Efrînê bêdengiya navnetewî der barê zarokatiyê şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mafnas û mirovî dikin ku sûc û tundiya li dijî jinan rawestîne. Her wiha em bang li rêxistinên mafên zarokan dikin ku tundiya li dijî zarokan bi taybet jinên ciwan bisekinînin. Hesab ji sûcdarên ku sûc û tecawizkirinê pêk tînin û hemû pîvanên  exlaq û mirovahiyê binpê dike, were xwestin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên jin jiyana azade, bidawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din